Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdên Xelxalê nikarin bi kurdî biaxivin

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Kurdên Xelxalê nikarin bi kurdî biaxivin
Share on FacebookShare on Twitter

Heta niha gelekî kêm behsa kurdên Xelxal hatiye kirin. Kurdên Xelxalê li parêzgeha Erdebîl û li nêzîkê deryaya Qezwîn, bi sedan kîlometre dûrî Kurdistanê dijîn. Parêzgeha Erdebîlê jî yek ji girîngtirîn navçeya tirknişîn a Îranê ye, lê bi sedan malbatên kurd li vî bajarî dijîn.
Kurdên Xelxalê bêhtir li bakurê Xelxalê ne ku bi tevahî ji16 gund an pêk tên. Zêdetir ser bi du eşîretên bi navê ‘Şetranlû’ û ‘Xaştanlû’ ne. Navendeke din a kurdên Xelxalê li başûrê wê qezayê ye û ji çend gundan pêk hatiye. Koça kurdên Şikak ji sînorê navbera Îran û Împeratoriya Osmanî, di serdema desthilatdariya Şah Ebasê Sefewî de dest pê kiriye. Şah Ebas nêzîkî 50 hezar malbatên kurmanc û Şikak ên Mehabad û Urmiyê bo deşta Weramîn a li tenişta Tehranê veguhestine.
SERDEMA ŞAH EBAS
Şah Ebas koçberkirina kurdan berdewam dike û kurdên ku ji bo Weramîn hatine koçberkirin bi mebesta rûbirûbûna li gel êrîşa Ozbekan bo Xorasan tên veguhestin. Projeya veguhestina kurdan ji aliyê hikûmetên desthilatdar ve didome û di serdema Nadir Şahê Evşar de prose bi leztir dibe û di 6 salan de 50-60 hezar malbatên kurd, 13 hezar malbatên hoza koçerî ‘Heft Leng’ û 6 hezar malbatên eşîreta Gurcî bo Xorasan tên veguhestin. Di vê koçberkirina kurdan de ya bo Xorasanê, çend hozên naskirî yên kurdan bo Gêlan û Mazenderan ên li bakurê Îranê hatine veguhestin, piştre heft hozên kurd ji Xorasan bo bakurê Îranê tên şandin.
HEFT HOZÊN WAN HENE
Kurdên Xelxal ji heft hozên Şatranlû, Xaştanlû, Klûkişanlû, Huyranlû, Mûntanlû, Nesranlû û Daykanlû pêk hatine. Ew malbat destpêkê li navçeyeke tenişta bajarê Gîw bicîh dibin. Dr. Henry Field derbarê kurdên ku li wê navçeyê bicîh bûne wiha nivîsiye: “Kurdan sînorên xwe bezan dibe û li çar cihên navçeya Xelxala bakur bicîh bûne.” Lêkolerê fransî Marshall Bazaine di kitêba kulturî û cagrafyayî ya Îranhe de wiha dibêje: “Zimanê kurdî li navçeya Axçe Qişlaq, Wasfircan û Îqabaş tê bikaranîn û gundên Binyadabad, Gezur, Leng Deşt, Eblî, Zawçe Kurd, Elnekeş, Îlwaniq, Wanawîz ên li bakurê Xelxal beşek in ji navçeyên Kurdnişîn.”
BANDORA ZIMANÊ TIRKÎ
Di 300 salên borî de plana guhertina ol û rêgeza li ser wan kurdan berdewam e û kesekî wek ‘Ecem Axa’ piraniya wan kurdan neçar kir ku dest ji ola xwe berdin û niha tenê du gundên kurdnişîn Caferawa û Sechurd ên başaûrê Xelxal mezhebê sunî ne û yên din bûne şiî, zimanê wan jî ku kurdî û zaravayê kurmancî bû, niha di metirsiyê de ye. Kurdên Xelxalê ji ber jiyana li yek ji navendên girîng a ziman û kultura tirkî li Îranê neçar bûn ku fêrî tirkî bibin û tenê pîremêr û pîrejinên wan gundan bi kurmancî diaxifin…jêder/e-rojname

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.