Bi hatina havînê re welatiyên ji Şengalê yên li kampên Çem Mişko û Qadiyan yên girêdayî Zaxo û Kampa Şariya ya Duhokê yên li başûrê Kurdistanê dimînin şertên jiyana wan zehmet buye û bi nexweşiyan re rû bi rû ne. Welatiyên li kampan diyar kirin ku ew dixwazin vegerin Şengalê lê destura wan nayê dayîn.
Welatiyên ku di fermana Şengalê ya 2014’an de neçar mabûn koçber bibin û li kampên Başûr bi cîh bibin, bi destpêkirina germa havînê re rewşa wan zehmettir buye. Ji ber bê avî û elektrîkê, nexweşî belav dibin.
Bi hatina havînê re şêniyên kampên Çem Mişko û Qadiyan yên girêdayî Zaxo û Kampa Şariya ya Duhokê, vê carê bi germê û nexweşiyan re rû bi rû mane. Li gorî welatiyan li kampan pirsgirêka ava vexwarinê û kehrebeyê gelekî zêde ye û ji ber wê jî nexweşî çêdibin. Bi taybetî tunebûna avê û ceyranê jiyana şêniyên kamê vegerandiye dojehê û hedara wan nîn e.
Hin şêniyên kampan jî gotin ku ew dixwazin vegerin Şengalê lê destura wan nayê dayîn.
KAMPA ÇEM MIŞKO
Li gorî agahiyên şêniyê kampa Çem Mişko yê bi navê A.R., gelek malbat dixwazin vegerin Şengalê, lê rêveberiya kampê destura wan nade.
A.R. destnîşan kir ku ew di şertên nebaş de dijîn, lewma dixwazin vegerin Şengalê, lê ew bi girtinê tên tehdîtkirin û wiha got: “Gelek kes mîna min dixwazin vegerin Şengalê, lê destur nayê dayîn. Em bi xizmên xwe yên di kampên din re jî dikevin têkiliyê, lê ew jî mîna me di rewşek pir zehmet re derbas dibin. Tu alîkarî ji wan re nayê kirin, kehrebe û av li ser wan hatiye qutkirin. Ger fermanek din çêbibe, ew ê jî bi destê PDK`ê çêbibe. Gelek gefan li me dikin. Hebûna me ya li Herema Kurdistanê metirsiyek pir mezine li ser jiyana me. Ji bona wê jî ez dengê xwe digihînim her dera cîhanê bila me ji vir derxînin.”
KAMPA QADIYA
Ji kampa Qadiya jî welatiyekî ku nexwest navê xwe bide, ev agahî dan: “Ev 8 rojin ava vexwarinê li ser kampê hatiye qutkirin. Di kampê de 12 hezar kes dijîn. Di rojên destpêkê de gelek kesan serî li îdareya kampê da û xwestin sedema pirsgirêkê fêr bibin. Rêveberê kampê got ku şebekeya avê xirab bûye. Gelê kampê rojana bi tenkeran ji gundê Qadiya yê ku kamp lê hatiye avakirin, avê jixwe re tîne. Lê gelek malbat hene îmkanên wan nîn in. Bi dehan zarok ji ber germa havînê û bêaviyê nexweş ketine.”
Şêniyê kampê got ku ger ev rewş dewam bike ew ê xwepêşandan lidar bixin û xwest ku rê ji wan re bê dayîn ku karibin vegerin Şengalê.
KAMPA ŞARIYA
Li Kampa Şariya ya girêdayî Duhokê jî kesekî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku rojê 15 saetan kehrebeya wan qut dibe û got: “Ji ber wê jî em ji germê nikarin di çadiran de bijîn. Rayedarên kampê dixwazin li hindirê kampê kehrebê bi firoşin me û jeneretoran bînin.
Welatiyê bi navê F.A jî ragihand ku ji ber pirsgirêka kehrebeyê zarokên wan nexweş dikevin. F.A. bang li saziyên eleqedar kir ku alîkariya wan bikin.
Di komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anîbû de, bi deh hezaran kes jî neçar mabûn koçber bibin. Piştî rizgarkirina herêmê, gel jî dest bi vegera ser warê xwe kir. Heta niha bi hezaran kes vegeriyan malên xwe, lê gelek jî hîn li koçberiyê ne…ROJNEWS






