Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê wê Yekemîn Konferansa Travmaya Derûnî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin.
Rêxistina Bijîşkên Derunînasiyê ya Bêsînor û Navenda Kotîm ku rêxistinên Holandî ne, bi hevkariya Rêxistina Geşedanên Sivîl (CDO) wê Yekemîn Konferansa Travmaya Derunî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê li dar bixin.
Konferans wê di 19 û 20’ê Hezîranê de li navenda CDO ya li Silêmaniyê bê lidarxistin.
Serokê Rêxistina Bijîşkên Derunînasiyê ya Bêsînor Bijîşkê Şêwirmendiya Travmaya Derunî Dr. Aram Hesen, Cîgira wî Xeya Bin Akir, Prof. Dr. Mîranda Olf ji bo amadekarî û tevlîbûna konferansê hatin Silêmaniyê.
Ji Rojava û Başûrê Kurdistanê jî wê gelek bijîşkên deruniyê tevlî konferansê bibin.
Di konferansê de wê li ser mijarên wekî, “Astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirikên deruniyê. Girîngiya peydakirina dermanê ji bo nexweşiya travmayê. Bandora travmayê ya li ser kesayeta zarok û malbatên wan.” Bên gotubêjkirin. Her wiha wê li ser rewşa welatiyên ku ketine destê çeteyên DAIŞ’ê û bi taybetî jî rewşa jinên Êzidî bê gotubêjkirin.






