Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bin germê û sermayê “Konên Koçeran”

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Li bin germê û sermayê “Konên Koçeran”
Share on FacebookShare on Twitter

Koçer konên taybet bi xwe re digerînin û bi rêya van konan xwe ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêzin. Ev kon li gorî payeya civakî ya xwediyê xwe, ji gelek beşan pêk tê.
Ji ber taybetmendiya jiyana koçeran rêbazeke koçberiyê di jiyana xwe de didin meşandin û mala xwe “kon” ku ji mûyê bizinan hatiye çêkirin bi xwe re digerînin.
TAYBETIYÊN KONÊN
KOÇERAN
Yek ji taybetmendiyên konê koçeran ew e ku tewandina wê baş tê kirin da ku bi hêsanî ji deverekê ber bi devereke din ve bê veguhestin. Her wiha li gorî rewşên hawayî yên havîn û zivistanê guncaw e.
Konê koçeran bi hêsanî û bi buhayekî erzan tê çêkirin. Piraniya koçeran konên xwe, ji mûyê bizinan çêdikin.
Di serdemên kevn de koçeran kon ji hiriya hêştiran û mûyê bizinan çêdikirin. Lê di serdemên niha de ta û derzî dikirin û pê çêdikin.
CUREYÊN KONAN
Konên koçeran ên niha jî du cure ne. Konê demsala havînê ji çewalan tê çêkirin û di havînê de hênik dibe. Cureya din jî ji mûyê bizinan tê çêkirin ku di demsala zivistanê de tên vegirtin ji ber ku nahêle ava baranê tê re derbas bibe.
Kon dabeşî du beşan dibe, beşek taybet bi mêran e û jê re Dîwan tê gotin û her tim ji bo pêşwazîkirina mêvanan vekirî ye, beşa duyemîn jî taybet bi jinan e û tê de jin karên xwe yên amadekirina xwarinê dikin û di navbera her du beşan de perdeyeke nexşkirî heye.
Koçeran her wiha koneke taybet ji şêxê qebîle yan serokê eşîrê re çêdiki. Li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li gundewarên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ber bi bajarên Reqa û Dêrazorê ve hejmareke mezin a koçberan hene. Ajansa me ANHA’yê serdaneke koneke koçeran a li gundewarê Eyn Îsa kir û jiyana koçeran di van konan de şopand.
Hemîd El-Ferhan yek ji koçberan e û behsa rêbazên jiyana xwe ya koçberiyê û çêkirina konên koçeran kir û wiha got: “Em fêrî jiyana koçberiyê bûne, li gorî çêra sewalên xwe em her tim koçber dibin.”
El-Ferhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji serdemên kevnar ve bav û kalên wan di konên koçeran de jiyane.
Koçerekî din ê bi navê Ferhan El-Ubêd destnîşan kir ku konên wan ên demsala havînê û yên demsala zivistanê ji hev cuda ne…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.