Rojnameya Ronahî

Ji nava zor û zehmetiyan bajarekî nûjen

Jiyan BOZO/Ronahî-Amûdê

Her bajar taybetmendiyeke wê heye. Bajarê Amûdê jî bi avayiyên xwe yên kevin tê nasîn. Lê di salên dawiyê de avayiyên nûjen tên avakirin. Gelo cudayiya di navbera avayiyên kevin û yên nû de çi ye?

“AVAYIYÊN KEVIN DÎROKA BAPÎR Û DAPÎRÊN ME TÎNIN BÎRA MIN”

Li ser vê mijarê welatiyê ji bajarê Amûdê Nûrî Şêxmûs Esad yê 58 salî wiha axivî: “Ez ji avayiyên kevin pir hes dikim. Avayiyên kevin dîroka bapîr û dapîrên me tînin bîra min. Demsala zivistanê pir germ in û havînê jî pir honik in. Şevbêrkên avayiyên kevin pir xweş bûn. Mirov ji bêhna axê têr nedibû. Lê avayiyên nû zivistanê pir sar in û havînê jî pir germ in. Lê ji bo paqijî û pêşxistina şaristaniya bajêr baş in. Welatê me pir dewlemend e û yek ji bingehên şarastaniyan e. Ji ber wê divê em baş lê xwedî derkevin û biparêzin.”

“RENG Û DENGÊ AMÛDA BAVÊ MIHEMED LI HER DERÊ BELAV DIBE”

Îbraîm Misko jî wiha diyar kir: “Ez ji bajarê Kobanê me. Ev çend sal in li bajarê Amûdê dijîm. Dema mirov bixwaze li ser avayiyên kevin biaxive gotin têrê nakin. Çimkî dîrok û bîranînên xweş tînin bîra mirovan. Şevbêrk, germayiya civatan û girêdana bi malbatê ve tên bîra min. Dema cara destpêkê hatim Amûdê avayiyên kevin pir bala min kişandin. Min pir ji wan hes kir û pir xwest di wan de bijîm. Rêjima Sûrî bi welatiyên bajêr pir êş dane kişandin. Nehiştiye gel vî bajarî pêş bixe û di hêla aborî de pir xizan kirine. Ji bo wê, berê dema em dihatin  bajarê Amûdê, her kesî ji me re wiha digot; hay ji xwe hebn rêjim û sîxurên wê we negirin. Lê piştî şoraşa Rojava bajar pir pêş dikeve. Êdî avayiyên nû çêdibin û aboriya bajêr baş dibe. Reng û dengê Amûda bavê Mihemed li her derê belav dibe. Banga min ji Rêveberiya Xweser re ew e ku li vî bajarî xwedî derkeve û aboriya wî pêş bixe.