Rojnameya Ronahî

Heskirin û xwestek pencereya geşkirina afrîneriyê ne

Her çiqas bi temenê xwe piçûk e û ji ber aloziya Sûriyê zor û zehmetî dîtine, lê heskirina wê ya nivîsandina roman, kurteçîrok û helbestan sînor nas nekirin, malbatê destek da behreya wê û xewna xwe bi cih anî.

Berî deh salan li Sûriyê şer û aloziyê dest pê kir. Di encamê de bi hezaran sûrî koçber bûn,         mal û milkên wan wêran bûn

Tevî şerê li Sûriyê gelek behre derketin holê, ji van behreyan; behreya ciwana bi navê Semaa Îsa ku berî 4 salan li bajarê Minbicê yê Sûriyê bi cih bûye. Ji ber ku li wir aramî û ewlehî peyda dibûn, gelê Sûriyê berê xwe da wir.

Semaa Îsa ya ji bajarê Helebê (17) û ji malbateke xwedî 9 kesan, ji zaroktiya xwe ve dest bi nivîsandina roman, helbest, wênexêzî û kurteçîrokan kiriye.

DI QADA NIVÎSANDINÊ DE SERKEFTÎ YE

Semaa Îsa diyar kir ku di 8 saliya xwe de dest bi nivîsandina kurteçîrokên zarokan kiriye. Cara yekê nîşanî malbata xwe dike û malbatê destekê didiyê. Ev wisa dike ku xewna xwe bi cih bîne.

Têkildarî nivîsandina romanan Semaa Îsa ev yek anî ziman: “Min dest bi nivîsandina romanan kir. Min romanek li ser parçebûna malbatê, berdan û bandora wê li zarokan nivîsand, lê ji ber pirsgirêkeke di laptopê de, nivîsa min çû. Ji ber vê min demeke dirêj nenivîsand, lê pişt re li nivîsandinê vegeriyam. Min romanek bi navê Îma nivîsand û wê di demeke nêz de were çapkirin.”

Semaa Îsa da zanîn ku qet nedixwest romana Îma çap bike, heta hêviyên wê tinebûn ku derveyî malbatê ti kes bixwîne, lê malbatê ew teşwîq kir û pêşniyar kir ku biçe Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê, da ku li romana wê vegerin. Bi vî awayî yekîtiyê roman sererast kir û şandin çapxaneyeke li bajarê Qamişlo.

Îma lehenga romanê ye, roman jî behsa heskirina jineke gundan dike ku çûye bajêr û dem jê re divê ku hogirî jiyana civaka bajaran bibe. Paşê bi wan re dibe yek, ji yekî li bajêr hez dike û pê re dizewice.

Semaa di romanê de aliyên hestiyariyê, aliyên bedbîniyê bi şêweyekî wêjeyî dihone.

Niha jî hewldana nivîsandina romaneke din dike, ew jî vegera romana xerab bûyî ye. Romana ku xerab bûbû; behsa doza berdanê û dîroka Helebê dike.

HESKIRINA WÊ YA HELBESTÊ

Semaa li kêleka xwendinê, nivîsandina romanan ji nivîsandina helbestan jî hes dike. Beriya niha beşdarî şevbuhêrkeke helbestî ya li Navenda Yekîtiya Rewşenbîran bû, li wir helbestek bi navê “Min temen li ser refikeke kevnare hişt” xwend.

Niha jî Semaa helbestekê li ser welat û jiyana gelê Sûriyê dinivîsa. Semaa da zanîn ku ji ber ew gelek helbest û romanan dixwîne behrehaya wê geştir bûye.

Herwiha helbesta bi navê “Bi min re biaxive ey welatê  min” nivîsand. Semaa bîr xist ku diya wê çûye mala wan ya li Helebê, dît ku ji ber topbarana beriya 4 salan mala wan hatiye wêrankirin. Ji ber wê vegeriyaye mala xwe ya li Minbicê û ji Semaayê re behsa xerabkirina malê kiriye û ev di hiş û ramê wê Semaayê de ma. Ji ber wê helbest derbarê wêraniya bi mala wan de hatiye nivîsand.

NE HELBEST TENÊ, ROMAN Û WÊNEXÊZÎ JÎ

Semaayê di qada wênexêziyê de jî afrînerî çêkir û wiha dibêje: “Ji zaroktiya xwe ve min ji wênexêziyê hes dikir. Çimkî mirov tişta ku nikaribe binivîse dikare bi wênexêziyê derîne. Ji ber vê wênexêzî pencereya ruh e.”

Semaa bi lêv kir ku gelek tabloyên wê yên sade hene û bi hêvî ye ku behreya xwe geştir bike. Lewre roman, kurteçîrok û xwendina li dibistanê gelek wextê wê dixwin.

Semaa Îsa di dawiya gotina xwe de eşkere kir ku hewl dide hevsengiyê di nava behre û xwendina xwe de çeke. Lewre ji xwendinê hes dike û paşroja wê ye.