Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo aştiyê 700 kîlometreyan meşiyan

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo aştiyê 700 kîlometreyan meşiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Li Efganistanê bi dehan kes ji bo aştiyê di bin germa zêde de meşiyan. Çalakvan bi qasî 700 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Kabîlê paytexta Efganistanê.
Çalakvanek ji AFP’ê re axivî û got, “Dema ku ez diçim mala xwe yan jî dikanê, dibe ku ez werim kuştin. Min biryar da ku mirina ji bo aştiyê ew ê baştir be.”
Di destpêkê de heşt kes bûn. Di meşê de hejmara wan bû 70 kes. Meşvanên aştiyê di dawiya hefteyê de gihiştin Kabîlê. Di nav wan de kesên seqet ên wekî Zahir Sûltanî jî hebû. Sultanî got, “Ji ber teqandina mayînan, çavên min kor bûn.”
Sûltanî dema di otobusa Kandahar-Heratê de bû, mayîn teqiyaye. Sûltanî dibêje, “Ez dizanim ez herim Hindistanê ez ê karibim tedawî bibim. Lê beriya her tiştî ez dixwazim aştî were.”
Mûhammed Sarwarî yên ku bi daran dimeşe jî dibêje ku, “Heke hemû Efgan bi carekê re aştiyê bixwazin û bibêje ‘bila şer bi dawî bibe’, ez bawer im ew ê aştiyeke mayînde pêk were.”
Meş li Leşkergehê dest pê kir a ku navenda rêveberiyê ya eyaleta Helmandê ye. Çalakvan di bin germa 40 derece de meşiyan. Hemû jî bi rojî bûn. Di dovîzan de, “Em westiyan, em aştiyê dixwazin” hatibû nivîsandin.
Li gundan wekî ‘qehreman’an hatin pêşwazîkirin. Peyamên aştiyê dan leşker, polîs û endamên Talîbanê.
Serwarî yê ji ber felca zarokan nikare bimeşe dibêje ku ‘Tu cihekî ewle tune’.
Talîbanê ji ber Cejna Remezanê agirbesta sê rojan îlan kiribû. Beriya wê jî hikumetê agirbesta yekalî îlan kiribû. Çalakvanê bi navê Bîsmîllah Watandost dibêje ku, “Em dixwazin hikumeta û Talîban agirbestê îlan bikin. Agirbesta ji bo sê rojan têr nake. Em dixwazin muzakereyên aştiyê dest pê bike û qala aştiyê bikin. Divê ji bo jiyana bi hev re, çareseriyekê bibînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.