Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêyên Qamişlo tên sererastkirin

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Rêyên Qamişlo tên sererastkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên bajarê Qamişlo ji ber xerabûna rêyan bi gazinc in. Xerabûna rêyan tesîrê li ser trafîkê jî dike. Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyên ketin û derketina bajêr kir. hevseroka Komîteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Bihar Bekir got, “ xweser hewl dide bi derfetên heyî pirsgirêkan çareser bike.”

Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo wê di hefteya pêşiya me de 8 hezar û 400 metre rêyên têketin û derketina Qamişloyê çêke. Ji sedî 90 rêyên nava bajar xirabe ne.
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajarê Qamişlo pirsgirêka rêyan e. Li gorî daneyên şaredariyê ji sedan 90’ê rêyên bajêr xira bûne. Ji rêyên têketin û derketina bajar bigire heta rêyên nava bajar xirabe ne. Ev yek jî zirareke mezin dide gel û erebeyên wan.
Derbarê mijarê de hevseroka Komîteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Bihar Bekir diyar kir ku çêkirina rêyên bajar erkeke wan a sereke ye û wiha got: “Di dema rejîmê de tu girîngî nedihat dayîn, rêyên bajar giştî xirab bûn. Piştî ku Rêveberiya Xweser hat ser kar, xwest bi derfetên xwe pirsgirêkên heyî çareser bike.”
Bihar Bekir destnîşan kir ku ew dê destpêkê rêyên girîng çêkin û wiha axivî: “Rast e, ji sedî 90’ê rêyên Qamişlo xirab in, lê em ê ji karê herî girîng dest pê bikin. Niha rêyên ku herî zêde bandorê li gel dikin, rêyên têketin û derketina bajêr in. Em ê vê havînê her du rêyan çêkin.”
Bihar Bekir li ser detayên projeya çêkirina rêyên têketin û derketina bajêr diyar kir ku bi giştî 8 hezar 400 metre rê dê bên çêkirin. Ji van 4 hezar û 200 li Rêya Rojhilatê Qamişlo (rêya Amûdê) û 4 hezar û 200 metre li Rêya Rojavayê Qamişlo (rêya Tirbespiyê) wê bên çêkirin. Ji bo projeyan nêzî 200 milyon pereyê Sûriyê hatiye veqetandin. Wê civîna herî dawî de ji bo destpêkirina kar di 20’ê Hezîranê de pêk bê. Ji bo baş pêkanîna kar komîteyek ji endezyar, endezyarên fenî û kesên pispor hatiye amedekirin û di hefteya pêşiya me de dê dest bi kar bike.”
Bihar Bekir ji bo pirsgirêka rêyên nava bajêr wiha axivî: “Em nikarin hemû projeyan bi hev re çêkin. Wek her kes dizane şerek li herêmê heye û ev bandorê li kar û xebatên me dike. Ji bo van projeyan pereyek zêde dixwaze. Em ê destpêkê rêyên têketin û derketinê çêkin, ji bo yên di nava bajêr de jî di demên pêş de li gorî derfetan çêkin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.