Kurd xwedî enerjiyek atomîk in û li hemberî atoma mekanîk têkoşînê dikin û serketî ne. Di şerê sêyemîn yê cîhanê de, Kurd bûne hêza guhertinê, xeta sêyemîn ya alternatîf biserxistin. Lê dagirkirina Efrînê û hilbijartina 24ê Hezîranê dane xuya kirin ku, ji bo serketinê tenê şerkirin ne bes e. Hêzên xwediyê atoma mekanîk, bi komploya navneteweyî mêjiyê Kurdan berdest kirin, piştre îzole kirin. Ez behsa Birêz Ocalan dikim. Êdî “sahîh” e ku, kolonîkirina Kurdistanê ji tevahiya koloniyên cîhanê cûdatir e û navneteweyî ye.Hemberî ku enerjiya atomîk ya Kurdan, terora global têk bir jî, hêzên global siyaseta komplo terk nekirin. Tenê li Rojava “siyaseta bi mekyaj” kirine pratîkê. Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Kurdistana parçekirî radestî hêzên dewşirme kirin. Dewşirme, ji aqîl’iyetê dûr in û biqasî bombeya atomê dijwar in. Dewletên li ser xaka Kurdistanê hatin ava kirin, sed sal in, Kurdan qirdikin û di rekiha hesinî de dîlgirtine. Mafê jiyanê biqasî “koletiya wan” dane, sed sal e, qet, şer ji Kurdistanê ranekirin.Di sed salî de, yekemîn car, di pêvejoya çareseriya pirsgirêka Kurd de, (2013) hêviyek derkete holê. Lê hêzên global destur nedan. Bawer nakim ku Erdogan bi aqilê xwe yê epîlepsîk, “red-î Mutabaqata Dolmabahaçe” kiribe. Hêzên ku, peyama Ocalan ya Newroza Amedê bi çepikan pêşwazî kirin, ji bo reda mutabaqatê dengê xwe nekirin. Dibêjim, Birêz Ocalan, bi pêvejoya çareseriyê, li hemberî komploya navneteweyî serketinek dîrokî bidestxist. Lê qebûl nekirin. Îro jî, em li Rojava dibînin ku hêzên global “siyasetek bi makyaj” dimeşînin, îmajek bi maqyaj şanî me didin. Na xwe, çima tecrîdek hewqasî dijwar? Gelo tecrîd tenê bi têkoşîna Bakur ve girêdayî ye? Dubare dikim: Hêzên global, li hemberî dehşetengîz şerê li dijî Kurdan siyasetek diru, bi makyaj dimeşînin. Siyaseta bi makyaj û îmaja bi maqyaj, rezalet e û ne tenê faşîzma Erdogan, faşîzma komên çete jî afirandin. Komên faşîst jî, terora global afirandin. Terora global, bi saya têkoşîna enerjiya atomîk ya Kurdan têk çû. Vê têkoşîna destanî, Kurd û hêzên global nêzîkî hev kirin. Hişmendiya hêzên global ya li dijî Kurdan hinekî şikest. Lê bi giştî ji holê ranebû. Dagirkirina Efrînê, rûyê hêzên global eşkere kir û da xuyakirin ku terora global, cilên faşîzma Tirkî li xwe kirine… Kurdan bi awayekî şermok, dijberiya xwe nîşan dan. Kesî dengê wan nekir. Erdogan jî, cîhanê bi vê terorê tehdîd dike. Faşîzma Turkî, “ekstra erd” bidestxistin!.. Xewn û xeyalên Musil û Kerkûkê jî, bi macereyeke nû kire pratîkê; erê Qendîlê û Şingalê tîne ziman, lê ev her du nav, tevahiya Başûr in. Hêzên global, ji ronahiya gelan, ji şiyarbûna gelan, ji entelektueliya gelan, bi taybetî ji hêza atomîk ya gelan ditirsin: Ji xeta alternatîf ya sêyemîn ditirsin; ji fikr û felsefeya Birêz Ocalan ditirsin; ji Şoreşa Rojava ditirsin.Ji bo ku ev tirs, werê berteref kirin; dive demildest yekîtiya Kurdan werê ava kirin, divê HDP, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de serketinek ciddî bidest bixe; li Rojava û li Başûr, hevkariya gelan, baweriyên cûda werê bi hêz kirin. Ev her sê merc, wê hêza atomîk ya Kurdan serbixe û êrîşên dagirkerî û tunekirina Kurdan berteref bike. Hêzên global ji dîrokê, ji xiyaneta li hemberî dîrokê û gelan şerm nakin. Mînaka Korê, ji bo Kurdan balkêş e: Hêzên global, Korê jî kirin du parçe, lê bi hawara Bakurê Korê Çîn beziya û li Kunurî hêzên global perîşan kirin. Divê Kurd, ji referanduma Başûr, ji wêrankirina 8 bajarên Kurdan, ji dagirkirina Efrînê dersan bigirin. Pêşengên neyartiya Kurdan dewşirmeyên Tirk dikin!..Li her devera Kurdistanê, mirina bi destên dijmin heye. Sê merc giring in.
Medeni FERHO






