Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kooperatîf lingê sereke yê aboriya civakê ye

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Kooperatîf lingê sereke yê aboriya civakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, lingê sereke ya aboriya civakê koperatîf e. Koperatîf di gel ku têkiliyên civakê xurt dike, jêdera sereke ya gelek malbatan e. Rola jinan di avakirin û pêşxistina koperatîfan de sereke ye.
Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, ji destpêka ku sîstema komînal hatiye rûniştandin ve şêniyên navçeyê aboriya xwe ya civakî bi koperatîfan pêşdixin.
Li navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê bi beşdarbûna 600 endamî 19 koperatîfên çandiniyê bi 17 hezar domin erd hatin avakirin.
Piştî ku ev koperatîf bi ser ketin, şêniyên gundan jî ev terûbe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de, du koperatîfên sewaldariyê hatin vekirin. Yek li gundê Mizgeftê û ya din li gundê Girê Mergê.
Di koperatîfa li gundê Mizgeftê de 82 kes û ya gundê Girê Mergê jî 11 kes cih digirin. Li aliyekî din jî bi beşdarbûna 14 endam û 3 karkeran dikana firotina mirîşkan bi rengê koperatîf hate avakirin.
Derbarê koperatîfan de, berpirsyarê koperatîfên navçeya Tirbespiyê Mihemed Emîn Remedan El-Mihemed diyar kir ku armanca wan a sereke ji koperatîfan, belavkirina çanda bi hev re jiyankirinê û rê girtina li ber keysbaziyê ye.
Mihemed Emîn, destnîşan kir ku di du salên derbasbûyî de berhemên koperatîfan pir baş bû û anî ziman ku îsal barana kêm bandoreke neyinî li ser berhemdayîna koperatîfên çandiniyê kir.
Derbarê mekanîzmeya alîkardayîna ji bo koperatîfan Mihemed Emîn got,” Mala Kooperatîfan a navçeya Tirbespiyê destekê dide her kooperatîfan, bêyî ku destwerdana di biryarên wan de bike, ji ber ku bi kooperatîfan civakeke azad ava dibe.”

DI KOOPERATÎFAN DE ROLA JIN

Di avakirin û pêşxistina koperatîfan de rola jinan sereke ye. Di vê çarçovê de kooperatîfên taybet ên jinan hatin avakirin.
Jinan, kooperatîfa Înanna ya çêkirina mûnê, 3 koperatîfên çandiniyê li xeta Alya û Sinceq ava kirin. Di her sê koperatîfan de 6 hezar domin erd hate çandin û 40 jin tê de cih girtin.
Rêvebera Aboriya Jin a navçeya Tirbespiyê Behîra Îbrahîm da zanîn ku jin roleke sereke di pêşxistina aboriya xweser de dilîze û got, “koperatîf jêdera aboriya jinê ye.”
Behîra Îbrahîm, têkildarî plansaziya koperatîfên jinan, diyar kir ku di demên pêş de wê li gundê Hilwa firneyek bi beşdarbûna 11 jinan were vekirin, her wiha kargeha madeyên paqijiyê û dikaneke cilan li gundê Maşûq, û dikana firotina zebzeyan li Til Marûf bêne vekirin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.