Îsal wek her carê ji ber cejna remezanê 127 hezar geştiyar ji navend û Başûrê Iraqê, her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kirin.
Başûrê Kurdistanê ku li gorî Iraqê herêmeke hênike, daristan, çiya û avên xwe zehfin di cejna Remezanê de dîsa geştiyarên Iraqê berê xwe dan Başûr. Di 3 rojên cejnê de 27 hezar geştiryar serdana herêmê kirin.
Berdevkê Geşt û Gûzarê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rûstî diyar kir ku di 3 rojên cejna Remezanê de 27 geştriyar serdana Hêrama Kurdistanê kirine.
Berpirsê Giştî yê Geşt û Gûzarê (tûrîzm) ya parêzgeha Silêmaniyê Elî Rewif Xefûr jî diyar kir ku ji van 127 hezar geştiyaran 50 hezar geştiyar serdana parêzgeha Silêmaniyê kirine û ji bo pêşwazîkirina geştiyaran jî komîsyoneke taybet avakiribûn.
Elî Rewif Xefûr got tevî ku hikûmeta Îranê baceke zêde ji geştiyaran distîne jî lê, dîsa jî geştiyarên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane herêmên geştiyariyê yên Başûrê Kurdistanê…ROJNEWS






