Rojnameya Ronahî

 Jimara Heştan ya Kovara Şermola Derket

Jimara Heştan ya kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya jimara heştan “Tevgera wergerê li bakur û rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendiya miletan de.

Di jimara heştan de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  jimarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Di pêşeka jimaran de tê diyarkirin :”Werger, di sedsala nozdehan de, piştî sedsalên paşverûtiya serdema dagîrkeriya Osmanî (Tirk) de, roleke mezin di vejandina gelên Rojhilat Navî (Ereb, Kurd, Suryan, Ermenî û yên din) de lîstîye. Faktora herî berbiçav ya ku di vî milî de xwedîrol bû, danûstandin û têkilîyên hin ronakbîran bi çanda gelên Ewropayî re bû, ku bi riya şandeyên Ewropî yên ku dihatin herêmê pêk dihat. Di encama van tekilîyên çandî de, ronakbîrên gelên deverê berhemên fikrî, wêjeyî û zanistî yên herî berbiçav yên Ewropî wergerandin û veguhestin zimanên xwe û di vejandin û pêşxistina wêjeya gelên Rojhilata Navî de gaveke bibandor avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku eger wergera ramanên zanistî û çandî di warê pratîkî de ne xwedî bandor û geşedaneke erênî be, wê di pêşveçûna zanistî û şaristanî de bêencam be..”.

Jimara heştan ya kovara Şermola bi 204 rûpelan bi zimanê kurdî û erebî hatiye çapkirin.