Rojnameya Ronahî

Ilham Ehmed: Divê dewletên garantor nehêlin Tirkiye li dijî peymanan tev bigere

Seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Ilham Ehmed got, neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymana agirbestê tevbigere berpirsyartiya dewletên garantor e.

Seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Ilham Ehmed li ser twîttera xwe got, “Ji 10 rojan ve ye li Til Temir û Eyn Îsa ji aliyê dewleta tirkî û komên wê ve êrişên giran dibin. Neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymanên agirbestê tev bigire berpirsiyariya dewletên garantor e.”

Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê di demên dawî de êrişên xwe yên ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temir zêde kirin. QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên wan yên ketina van deveran bêbandor dike.