Idrîs Henan
Li cihê ku nirxên mirovî bêne berovajîkirin, têgînên dewletê bi pêş dikevin. Pîşeyên ku her tiştî li gorî hişmendiya sermayê diafirînin, xwe radikişînin sincên mirovî û rastiyên dîrokî bi awayekî qebe tên qulibandin. Tişta perelelî vê xetê jî, xwefiroşî û dijminantiya ji netewa xwe re ye. Ji xwe bi rastiya dewleta destpêkê re xeta kurtêlxwar a nirxên xwe raspartiye xeta koletiyê, dijminantiya yekemîn ji cewherê mirovatî û mafên xwe re kiriye. Li hemberî exlaqê şer kiriye û xwe weke model daye nîşandan. Di roja me ya îro de jî tezekî desthilatdariyê û sentezekî modern a jiyana di bin sîwana dewleta serwer de ye.
Dibe ku ev şêwazê jiyanê ku bi temamî xwe radestî vîna koledaran kiriye, li her derê û her demê derbasdar be, lê bawer nakim a li Kurdistanê bi pêş ketiye xwedî mînak be?! Ger em çavekî li mîtolojiya Gilgamêş û hevalê wî Enkîdo bixin, di dema êrişa wan a bi ser daristanên Himbaba ên Zagroz-Torosan de, tevî ku Enkîdo ji qewm û eşîreya Himbaba ye, em têdigihêjin ku Enkîdo ji Gilgamêş hovtir û kîntir bûye. Ş. Herekol di rêzenivîsên xwe yên di pirtûka Sicila Reş de li ser heman mijarê vê dibêje: “çîroka Enkîdo çîroka yekemîn telaşa Kurd a ku nasname û îradeya xwe radestî hêzên derve yên xwestine hegemoniya xwe li ser Kurdistanê ferz bikin e. Enkîdoyê hevalê nêz ê Gilgamêş, sembola telaşa xwefiroş a hespê Troy ye. Ji bo îmhakirina hebûna civakî li Kurdistanê her pêşengtî ji artêşên dijminên hov re kirine”
Her wiha çîroka hilweşandina imperatoriya Medan jî vê yekê pir eşkere vedibêje. Dîsa kesê ku li dijî netewa xwe bi Persan re li hev kiriye û Estiyag gêr kiriye, kurê Medan Herbakos bû. Herbakos ku babîrê telaşa nûkerên modern ên îroyîn e, îro jî di şexsê gelek rêxistin, partî û kesayetên xwefiroş de xwe bi gewde kiriye. Çawa ku berxwedana Kurdan li hemberî yekemîn saziya dewletê dîrokî ye, her wiha nandoziya ku dijberî xeta berxwedanê ye, dîrokî ye. Ji lew re nûkertiya ku dewama xeta Enkîdo, Herbakos, Beko û Idrîsê Bedlîsî ye, ev çend sal in li hemberî Şoreşa Rojava, pir bi zelalî li “Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Şêx Meqsûd,…hwd” xwe daye der. Bê guman karakterê han xwedî xisletên revoke, nemerd û kîndar e. Ji ber vê jî Enkîdo ji Gilgamêş pirtir bi israr bû ku Himbaba bête tesfiyekirin. Herbakos jî ji persan pirtir xwestiye Estiyag bê kuştin.
Îro jî pêşengên êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên fena DAIŞ û Elnusra yên li ser Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Şengal, Herêmên Parastina Medya û tevahî xaka Kurdistanê, neviyên wê dendika xwefiroş a nûkeriyê ne. Mixabin ev çîna han ku cihê xwe di hemû êrişên qirker ên bi ser destkeftiyên Kurdan de digirin, di hemû herêmên hatine dagirkirin de, veguherîne amûra bingehîn a qelandina çandî, civakî û siyasî. Lê gelo gengaze di vê serdema şoreşa serxwebûn û azadiyê de ev xeta han bibe xwedî derfetên Enkîdo û Herbakosan? Pirseke ez ê wê bi gotinên Ş. Herekol bibersivînim: “bê guman na. Ji ber ku ast û çanda berxwedana ku li ser cografyaya Kurdistanê belav bûye, rê li ber hemû komplo û ixanetan, çiqas mezin bin jî, girtiye”.






