Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûmate gel hêjayî her tiştî ye

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Rûmate gel hêjayî her tiştî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li pêşberî êrîşan paş ve gavê neavêjin û got: “Girîng e hîn bi rêxistinî û zanebûn li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Hay ji komplo û provokasyonan hebin, lê belê serî li ber zext û zilmê netewînin û îradeyeke hê bi biryar nîşan bidin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrîşên dema dawî yên rejîma AKP-MHP’ê û got, “Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî êrîşan hê bi rêxistinî û zanebûn li ber xwe bidin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de êrîşa rejîma AKP-MHP’ê ya li Pirsûsê û helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya li dijî vê êrîşkariyê nirxand.
Karasû diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê bi gotina “Pirsgirêka Kurd nîne” hebûna Kurdan înkar kiriye û got, “HDP’ê weke rêxistineke terorîst nîşan dide. Ji bo Selaheddîn Demîrtaş jî qala îdamê dike. Ev yek karakterê Erdogan û desthilatdariya AKP’ê yê dijminatiya li Kurdan nîşan dide.”

GLADYOYA QESRA
ERDOGAN LI RIHAYÊ LI SER KAR E

Karasû da xuyakirin ku faşîzma AKP-MHP’ê bi vê nêzîkatiyê êrîşên xwe yên li ser HDP’ê zêde kiriye û got, “Êrîşên dema dawî yên li dijî HDP’ê ku zêde bûne, ji aliyê gladyoya qesrê ya Tayyîp Erdogan ve tên plankirin û birêvebirin. Komplo û provokasyona li Riha/Pirsûsê ji aliyê Tayyîp Erdogan û gladiyoya wî ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn. Bi vî rengî dixwazin pêşî li tinebûna AKP’ê li Kurdistanê bigire. Wê vê bûyerê bikin hincet û zext û êrîşên li ser HDP’ê zêdetir bikin. Rê û rêbaza weşandina bûyera li Pirsûsê ji aliyê medyayê ve, bingehê ji van êrîşan re amade dike. Li Rihayê gladyoya qesrê heye. Axaftina Şaredarê Serêkaniyê, provokasyona li Pirsûsê, komplo û komkujî ji hev cuda nînin. Girîng e gelê Rihayê bi vê rastiyê zanibe û li her cihî xwe hîn bêhtir bi rêxistin bike, bi biryar be û hê bêhtir li ber xwe bide.”

RÛMET Û AZADIYA GELEKÎ JI HER TIŞTÎ HÊJATIR E

Karasû destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li pêşberî van êrîşan paş ve gavê neavêjin û wiha dewam kir: “Girîng e hîn bi rêxistinî û zanebûn li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Hay ji komplo û provokasyonan hebin, lê belê serî li ber zext û zilmê netewînin û îradeyeke hê bi biryar nîşan bidin. Ji rûmet û îradeya azad a gelekî hêjatir tiştek nîne. Ji bo vê her berdêl tê dayin. Teslîmiyet û jiyana bêrûmet, jiyaneke pûç e; ji mirina hezar carî xerabtir e. Bi deh hezaran ewladên gelê Kurd li şûna jiyaneke bê rûmet, berxwedaneke bi rûmet hilbijartine. Bi hezaran şehîdên bi vî rengî yên hêzên demokrasî û şoreşgerî yên Tirkiyeyî jî hene. Şehîdên me nîşan didin ku divê em bi çi rengî bijîn û bi felsefeyeke çawa têbikoşin. Gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk bi rengekî fedayî û dîrokî li ber xwe didin. Ev berxwedan rêya paşeroja azad radixe pêş çavan. Berxwedan wê paşeroja azad biafirîne. Gelekî ku ewladên xwe yên bi vî rengî hene, nikare teslîm bê girtin. Ne tenê bi deh hezaran ewladên gelê Kurd ên gerîla şehîd bûne, bi deh hezaran jin, ciwan, extiyar, zarok di berxwedana dijî faşîzma qirker de şehîd bûne. Ji ber vê yekê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Ji xwe gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi gotin û helwesta xwe ya li her cihî ev yek nîşan dane.”
Di dawiya gotara xwe de Karasû bang li gelê Kurd û hêzên mûxalîf kir ku vê firsenda hilbijartinê baş bi kar bînin, xwedî li deng û sindoqan derkevin û desthilatdariya AKP’ê têk bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.