Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

24’ê Hezîranê em ê govendê bigerînin

19/06/2018
in Uncategorized
A A
24’ê Hezîranê em ê govendê bigerînin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 24’ê Hezîranê de li Stenbolê mîtîngeke girseyî pêk anî. Di mîtîngê de bi sed hezaran kesên amade bûn peyama serkeftina 24’ê Heziranê dan.
STENBOLÊ TERCÎHA XWE KIR
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtîngê de axivî û wiha got: “16 sal in bi xwe dibêjin ‘Me ev welat baş bi rê ve nebir’. Lê di 3 salên dawî de bi KHK’ê hemû kes mexdûr birin. Bi sedan akademîsyen, mirovên aştiyê, akademîsyen, mirovên aştiyê avêtin zindanê. Li vî welatî siyasetmedar, wekîl, şaredar ji kar girtin û avêtin zindanê. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Bi taybetî qeyûmên tayîn bûn tenê heqaret li gel kirin. Em soz didin we, di serî de em ê Qeyûman û piştre Tayyip Erdogan di sindoqan de defin bikin. Xwezî li şûna pira sêyemîn û balafirgeha sêyemîn pira di navbera dilan de ava kiribûna. Mirov nekiribûna dijminên hev. Ermen, Kurd û Tirk kiribûna dostên hev. Hêvî, aştî, demokasî û çiqas nirxên mirovahiyê tev bin pê kirin. Ez li vir îlan dikim we îktidarê hilbijartin winda kiriye. Ka li 5 salên pêş me binerin. Binerin HDP û Birêz Demirtaş vî welatî çawa bi rê ve dibe.”
EM Ê BI CIWANÎ BI SER BIKEVIN
Her roj bi xofa Demîrtaş dijîn. Ji bo vê yekê serî li hemû lîstikan didin. Ji ber vê yekê duh li Pirsûsê komkujî kirin. Serî li hemû derewan didin. Rast e li şûna bersivan bigirin, mexdûran destgîr dikin. Em li vir bang li dozger û dadgerên bi wijdan dikin. Em vê dozê bernadin. Em dibêjin hûn jî li gorî edaletê tev bigerin. Em dizanin ev lîstik in. Em naxwazin ev bûyera Pirsûsê jî ser wê bê girtin. Divê ser wê bê ronîkirin. Ew wisa difikirin ku bi van bûyerên wekî Pirsûsê wê kes neyê cem me. Lê em îro li vir dibînin gelê Stenbolê li cem me ye. Ez li vir bang li Elewî, Suryan, Çerkez, Ermen û hemû beşên civakê dikim em bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî berdewam bikin. Jinên rêzdar ku bedelên mezin û êşên mezin kişandin. Tifaqa me ava kir tifaqa jinan gurmegurme tê. Bila hebûna me diyarî pêşeroja aştî û aramiya vî welatî ye. Bijî biratiya gelan. Bijî welatê hevpar û jiyana hevpar. Em ê welatê ku Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz, Alî Îsmaîl Korkmaz û kesên din ên jiyana xwe ji dest dane bikin welatê ku êdî kes lê neyê kuştin. Em li sindoqan xwedî derkevin. Em ji we bawer in û em bi we bawer in. Em destûr nedin dengekî me bê dizîn. Em bi hev re pêşeroja xwe, azadiya xwe ava bikin. Di 24’ê Hezîranê de em ê bi hev re govendê bigerinîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.