Rojnameya Ronahî

Ilham Ehmed: Em li bakur û rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in

Di civîna li gel şandeya Belçîka de, Ilham Ehmed got, “Em li bakur û rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in. Lewre em bi Sûriyê re, ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin.”

Hevdîtina şandeya Belçîka ya bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re ya li avayiya meclisê ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Şandeya Belçîka ji endamên Parlamentoya Federal ya Belçîka George Dalmani û Queen Mesto, Rêveberê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste, Endamê Komeleyê Rudy Malak û Rêveberê Saziya Child Focus a Piştgirî û Parastina Zarokên Wenda, Revandî û Qurbaniyên Destdirêjiya Cinsî Heidi De Paolo, pêk dihat.
Şandeyê piştî ku serdana xwe ya li gel Daîreya Têkiliyên Derve bi dawî kir, serdana Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) ya li bajarê Qamişloyê kir. Şande ji aliyê Seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Ilham Ehmed û Cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Hikmet Hebîb û Hevserokê Bûroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Umer ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de Ilham Ehmed behsa dosya Sûriyê bi giştî û rêbazên çareseriyê kir.
Ilham Ehmed got, “Em li bakur û rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in. Lewre em bi Sûriyan re, ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin. Em hewl didin ku Rêveberiya Xweser bibe nimûneyeke piçûk ji bo seranserê Sûriyê.”