Rojnameya Ronahî

Şêx Hesen: Gelê bakurê Sûriyê ne bi Rûsya bawer dike ne jî bi hikumeta Şamê

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurdî li Sûriyê got, “Divê hikumeta Şamê û Rûsya li hemberî êrişên dewleta tirkî yên li ser herêmê bêdeng nemînin.
Ji çend hefteyan ve, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên ser navçeya Eyn Îsa bi çekên giran zêde dike. Li aliyekî din jî çeteyên girêdayî wê hewl dan pêş bikevin, lêbelê QSD’ê li gorî parastina rewa bersiva wan da.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurdî li Sûriyê Mûslim Şêx Hesen têkildarî mijarê wiha got: “Piştî dewleta tirkî gelek herêmên bakurê Sûriyê dagîr kirin, li benda derfetekê ye ku herêmên din dagîr bike.”
Şêx Hesen got, “Divê Rûsya û hikumeta Şamê li gorî peymanên bi dewleta tirkî yên derbarê herêmê de imze kirîn, tev bigerin û divê li hemberî êrişên ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê bêdeng nemînin û sînorekî jê re daynin.
Dewleta tirkî û Rûsya 22’yê Cotmeha 2019’an peymanek imze kirin. Ji bendên peymanê vekişîna QSD’ê heta piştî 30 km ji sînorê Sûriye-Tirkiyê bû û li şûna wê jî hêzên parêzvanên sînor ji artêşa Sûriyê cihê QSD`ê bigirin û agirbest were ragihandin. Di heman demê de, dewriyeyên tirkî-rûsî yên hebeş bi kûrahiya ne zêdetirî 10 km li xaka Sûriyê dest pê bikin.
Lêbelê êrişên dijwar yên dewleta tirkî di van çend hefteyên borî de li navçeya Eyn Îsa, piştrast dikin ku dewleta tirkî li gorî peymanê tev nagere û hewldana wê dagîrkirina xakên nû û derbkirina aramiya herêmê ye.
Siyasetmedar, Muslim Şêx Hesen di vê çarçoveyê de wiha domand: “Divê hikumeta Şamê ya rewabûnê idîa dike, li hemberî êrişên dewleta tirkî bêdeng nemîne. Lê dewleta tirkî jî valayiya siyasî ya piştî hilbijartinên Emerîka, derfetê digire ku navçeya Eyn Îsa dagîr bike.”
Şêx Hesen eşkere kir ku bêdengiya hikumeta Şamê ya li ser êrişên dewleta tirkî, tê wateya ku bi dagîrkirina xaka Sûriyê razî ye.