Rojnameya Ronahî

Têkiliyên veşartî yên di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de bi raporekê hatin eşkerekirin

Di raporekê de têkiliyên veşartî yên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de, desteka lojistîk û leşkerî û pêkanîna êrişan li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê hatin eşkerekirin.
Li gorî malpera Skynews ku agahiyên xwe dispêre gelek rapor û şîrovekaran, di wan raporan de diyar kir ku dema rewşa aborî aloz dibe yan jî zexteke siyasî çêdibe, hikumeta Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê bi kar tîne da ku destkeftiyan li ser asta hundir û derve bi dest bixe.
Di destpêka Îlonê de, Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ragihandibû ku serçeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Mehmûd Ozdin li herêma Derlî li bajarê Giresun li bakurê Tirkiyê hatiye girtin.
Lê diyar bû ku ev serçete, di 3 salên dawî de 6 caran hatiye girtin. Ji ber wê wezîrê Tirk neçar maye ku bi daxuyaniyeke fermî mijarê şîrove bike û idîa kir ku ti delîlên diyar li dijî wî, di destê wan de nînin.
Têkildarî heman mijarê endamê CHP`ê Rifîk Arilmaz ji radyoya Dengê Amerîka re axivî û got, “Tirkiye ji bo ku rê li pêşiya derbasbûna terorîstan di axa Tirkiyê re ji bo Sûriyê bigire, ti tedbîrên pêwîst negirtine.”
Berpirsê koordîneya di navbera DAIŞ û istixbarata Tirkiyê de Ebû Mensûr El-Mexribî têkildarî têkiliyên di navbera DAIŞ û hikumeta Tirkiyê de ev agahî dan: “Tirkiye bi rêya hebûna DAIŞ`ê li ser sînor, sînoran kontrol dike. Tirkiye dixwest tevahiya herêma ji Kesebê heta Mûsilê ya Iraqê, kontrol bike.”
Di heman çarçoveyê de, Pisporê Karûbarên Tirkiyê Kerem Seîd diyar kir ku ji sala 2014`an ve dema DAIŞ`ê li konsolxaneya Tirkiyê ya li Musilê endamên wê rehîne girtin, pişt re danûstandinên bilez bi DAIŞ`ê re hatin destpêkirin û rehîne hatin berdan û wiha domand: “Pişt re gelek rapor hatin weşandin ku tê de diyar dibe ku Tirkiye ji hebûna rêxistina terorîst li Sûriyê û Iraqê bi taybetî herêmên bi petrolê dewlemend sûd digire û axaftinên girêdayî têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyê de zêde bûn.”