Rojnameya Ronahî

Jinên Kobanê pîşeyê folklorî diparêzin

Meysaa EKARÎ-ANHA

Ji bo winda nebe, jinên ji Kobanê pîşeyê kevin yê folklorî diparêzin û tê de afrîneriyê pêş dixin.

Li Kobanê hê jî hin jin hene kevneşopî û pîşeyê mîrasî yê folklorî yê kevin diparêzin û bi kar tînin. Herwiha li gel pêşveçûna rêbazên endustiriya nûjen, jinên Kobanê pişta xwe didin karê destan.
Gelek pîşeyên folklorî yên kevin hene ku tê de jinên Kurd di dema borî tê de navdar bûn û xebata li ser wan dikirin. Ji wan pîşeyan jî; bikaranîna sûq, tevin, rîs, destar, risgina hirî, nanê sêlê û çêkirina malişa pûşî bi destan. Lêbelê bi pêşketina endustiriya nûjen re, ev pîşe hêdî hêdî winda dibe. Lê hin jin xebata parastina wî dikin.
Conî yan jî sûqî, kevirekî mezin e ku hatiye kolan, da ku tê de genim bê kutan û were qeşartin û li dawiyê dan derkeve. Ev jî ji alavên herî kevin e û heta roja îro bi kar tê, li Kobanê û gelek gundewarên wê hene.
Ji jinên Kobanê ku hê jî sûqî di mala xwe diparêze, jina bi navê Zelîxe Oso ye û wiha got: “Em piştî genim dişûn, bi riya sûqî û çakûçê wê dikutin, da ku pişt re bikin şîva şorbeya dewî.”
Zelîxe Oso wiha domand: “3 sûqî li gund hene, jinên gund ji bo kutana genim bi kar tînin, em genimê qeşartî ji dikanan nakirin. Çimkî ku bi destan çêdibe, baştir e.”
Li gel Zehra Yûsiv Bakîr ji 25 salan ve destarekî destan heye û pir kêm ev alava kevin li malên niha tê dîtin. Zehra Yûsiv wiha pê de çû: “Destarê destan ya bavê min bû û ji kevin ve jî li gel bavê min hebû. Min ji bavê xwest ku genim, nîsk û savar bihêrim.”

TEVIN, PÎŞEYEKÎ KEVIN E KU JINÊN KURD PARASTINA WÊ DIKIN Û TÊ DE AFRÎNER IN
Çêkirina xalîçe ji pîşeyê kevin e, ev pîşe di vê demê de li gel welatiyan nîne, ji ber ku xalîçeyên ku kargeh çêdikin hene.
Xanim Fadil Mistefa bi rêya tevnê xalîçeyan çêdike û vî pîşeyî ji nêzî 60 salî ve bi kar tîne û wiha got: “Ez ji 10 saliya xwe ve fêrî vç pîşeyî bûme û parastina wî dikim.”
Xanim Fadil Mistefa (75) wiha domand: “Ez xalîçeyan ji malbat û xizmên xwe re çêdikim. Her kesê ji min dixwaze, jê re çêdikim. Çêkirina xalîçeyan ji 10 heta 15 rojan diçe, ew jî li gorî mezinahiya xalîçe û cureya wê.”
Ji xalîçeyên herî navdar ên ku Xanim Fadil Mistefa çêdike; Aşqelî, Hecal, Jîn Darik, Jînî Dernexon.
Alav û pêdiviyên bikaranîna jinan a çêkirina xalîçeyan wiha ne; pijik, befiş, masûr, tevin, darpişt, hepî, dargûr û şivik.
Şadiya Mihemed Xidir ji 10 saliya xwe ve pîşeyê ristina hiriyê dike û wiha diyar kir: “Ez vî pîşeyî ji berê ve bi kar tînim û hê jî berdewam e.”
Şadiya Mihemed Xidir da zanîn pîşeyê ristina hiriyê, pir baş e û cilan ji zarokên xwe re çêdike û gelek tiştên din ên malê çêdike.

NANÊ SÊLÊ DÎROKA JINA KURD YA KEVNAR VEDIBÊJE
Salihe Osê bi rêya berdewamkirina çêkirina nanê sêlê, parastina mîras û dîroka jina Kurd dike. Herwiha jinan berê nan her sibe çêdikir, da ku ji malbata xwe re nan peyda bikin. Ji ber firne tinebûn, ew jî bi nanê sêlê tê nasîn. Salihe Osê diyar kir ku jinek bi tenê nikare nan çêke, ji lew du jin nanê sêlê çêdikin.

‘DIVÊ MÎRASÊ KEVIN BÊ PARASTIN, DA KU NEYÊ WINDAKIRIN’
Zehra Hebeş (75) ya ku mallişa pûşî yê destan ji 20 salan ve çêdike, diyar kir ku ji biçûkaniya xwe de fêrî vî pîşeyê bûye û ew jî pîşeyekî mîrasî yê kevin e û di nava civaka Kurd li ber windabûnê ye.
Zehra Hebeş behsa çawaniya çêkirina malişa pûşî dike û wiha got: “Ez pûş ji kokê ve paqij dikim û pişt re heta bi rojekê dixim bin cawekî şil, pişt re girê didim û didirûm.”
Zehra Hebeş da zanîn ku ev pîşeyekî dijwar û kevin e û ew heta niha parastî ye û got divê civaka Kurd bi tevahî mîrasê xwe biparêze.
Li aliyekî din jî Hindirîn Silêman li ser ristinê axivî û diyar kir ku ew pîşeyekî kevin e û berê jinên Kurd tayên hirî diristin û amade dikirin, da ku xalîçe yan jî cilên hirî çêkin.