Rojnameya Ronahî

Koçberên Girê Spî: Dewleta tirkî li her derê êrişî Kurdan dike

Jinên koçber yên ji Kantona Girê Spî ya dagîrkirî, diyar kirin ku 3 caran ji aliye dewleta tirkî û çeteyên wê ve hatine koçberkirine û gotin, Tirkiye di serî de Kurd şerê gelên herêmê dike.
Artêşa tirkî ya dagîrkekr li herêmên Sûriyê yên dagir kirîn sûcên dermirovî û guhertina demografîk didomîne.
Jinên ji Kantona Girê Spî yên ji ber êrişên dewleta tirkî û çeteyên wê koçber bûne, behsa sûcên dagîrkeran yên li dijî sîvîlên herêmê (dizî, talan û koçberkirin) kirin.
Mûnîra Xelef Derwîş got, “Dewleta tirkî em koçber kirin û li her derê dijminiya Kurdan dike.”
Mûnîra Xelef Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan rexne kirin û got, “Wan rê daye Erdogan ku pîvanên navneteweyî binpê bike û erdê welatên din dagîr bike. Mûnîra Xelef da zanîn ku welatiyên herêmê bi hezaran şehîd dane û ji bo rizgarkirina herêmê ji dewleta tirkî û çeteyên wê, wê hê jî bidin.
Aqîsa Mehmûd jî got, “Tirkiye herêma me dagîr kir. Herwisa em koçber kirin û çeteyên wê mal û milkên me talan kirin.”
Meha Mistefa jî got, “Ji ber kiryarên dewleta tirkî em gelek caran ji warê xwe koçber bûne. Cara yekê ji ber “Artêşa Azad” ku dewleta tirkî piştgiriya wê dike em koçber bûn. Cara duduyan ji ber çeteyên DAIŞ`ê bû ku ew jî dewleta tirkî piştgiriya wan dike û cara dawî rasterast Tirkiye û çeteyên xwe êrişî Girê Spî kirin. Mal û milkên me wêran kirin û em neçar man koçber bibin.”