Rojnameya Ronahî

Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber ya Cizîrê kir

Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê kir. Şandeyê diyar kir ku alîgirên projeya demokratîk û rêveberiya xweser ya gelên herêmê ne.

Şandeya ji Belçîka, roja Yekşemê serdana Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.
Şandeya ji endamên Parlamentoya Belçîka George Dalmani û Philip Fanstatekiste, Gerînendeyê Weqfa Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Kuayin Mastu, Seroka Rêveber ya Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbanên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo pêk tê, ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis ve hat pêşwazîkirin.
Di navbera her du aliyan de nîqaş çêbûn. Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê ji ANHA re diyar kir ku rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Cizîrê bi taybetî di aliyê ewleyî, aborî û xizmetgûzarî de hatin nîqaşkirin.
Nezîra got, şandeyê piştgiriya xwe ji projeya demokratîk ya herêmê û rêveberiya xweser ya gelan nîşan da û diyar kir ku wê ji bo piştgiriya herêmê di aliyê siyasî û aborî de bixebitin û destekê pêşkêş bikin.
Hevseroka Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Nezîa Gewriyê da zanîn ku şande di serdanên xwe yên asayî de rewşa herêmê ji destpêka damezirandina rêveberiya xweser ve dişopîne û wiha got: “Ew pêşketinên li herêmê dişopînin, pêwendiyên wan yên dayîm bi nûnerên gelên herêmê re hene û rêbazên piştgiriya Rêveberiya Xweser nîqaş dikin.”