Rojnameya Ronahî

Digel ewlekariya hundir parastina tenduristiyê jî girtine ser milê xwe

Dilîn EHMED/Ronahî-Qamişlo 

Piştî belavbûna vîrûsa korona û biryara qedexeya derketina derve ya Rêveberiya Xweser, erkekî giran ket ser milê Tirafîk, Hawarî û Asayişê. Ji bo pêkanîna vî erkî ev sazî 24 saetan li ser kar in.

Ji bo naskirin û şopandina kar û xebata van saziyan, me bi rêveberê Asayişa Hewarî ya bajarê Qamişlo Dilbirîn Selmo re hevdîtinek kir. Selmo ev agahî dan me: “Di nava bajêr de nuqteyên me yên sabit hene û dewriyeyên me jî 24 saetan di nava liv û tevgerê de ne. Karê ku di qedexeyê de ji me tê xwestin ew e ku, li cihê belavkirina gaz û nan ku xelk lê kom dibin, em wan ji hev dûr bikin. Herwiha kesên ku biryarê paşguh dikin, em carekê-du caran hişyariyê didin wan. Digel şiyariyê yên qedexeyê binpê dikin em wan teslîmî Hêzên Ewleyiya Hundir dikin. Lê em dikarin vê bêjin; vê carê miletê me bi me re dibe alîkar. Tevî ku qedexe li ser karkerên rojane giran e jî, gelê me heta astekê gihiştiye wê baweriyê ku ev qedexe ji bo parastina tenduristiya wan e.”

“QEDEXE JI BO PARASTINA TENDURISTIYA WE YE”

Li ser heman mijarê rêveberê Ewlekariya Bendên li ser rê yên Asayişa Hundir Eymen Silêman jî wiha axivî: “Di vê rewşa dawî ya belavbûna vîrûsa korona de, li gorî biryara rêveberiyê em dixebitin. Piştî biryara qedexeya derketina derve, me hêzên xwe li bendên ketin û derketina bajêr bi cî kirin. Hêzên me 24 saetan dixebitin. Berî her tiştî beşa me ya tenduristiyê ji bo parastina tenduristiyê her sibe mask û lepikan li endaman belav dikin. Dewriyeyên me jî digel hêzên hwarî li nava bajêr digerin. Kesên qedexeyê paşguh dikin, em bi 5 hezarî wan ceza dikin. Xwediyên dikanan jî çend caran tên şiyarkirin. Piştî wê yên dikanên xwe vedikin tên cezakirin.”

Eymen Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên xwedîerd rojê carekê karin biçin ser erdê xwe û vegerin. Ji bilî rewşên awarte, em ti kesî derbasî bajêr nakin. Ji bo bazirganan jî ji 10ê şevê heta 4ê sibê rê ji wan re vekirî ne. Banga me ji gelê me re ew e ku bi me re bibin alîkar. Çimkî ev qedexe ji bo parastina tenduristiya wan e.”

“HETA JI ME BÊ EMÊ BI WAN RE BIBIN ALÎKAR”

Ji rêvebiriya trafîka herêma Cizîrê Fehd Xeybî jî li ser xebata xwe wiha axivî: “Piştî belavbûna vîrûsa korona li kantona Cizîrê, bi taybetî li bajarê Qamişlo, me li nava bajêr nuqteyên xwe zêde kirin. Çi erebeyên çûnhatina wan qedexe û yên biryarê pêk naynin, em xwediyên wan ceza dikin. Yên cara duduyan qedexeyê binpê dikin em erebeyên wan li cem xwe dihêlin.”

Fehd Xeybî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ji me tê em bi galê xwe re dibin alîkar. Erebeyên me gelek caran li ber deriyên nexweşxaneyan disekinin. Ji bo rewşên awarte alîkariya xelkê dikin. Hêviya me ji gel ew e ku biryarên rêveberiyê paşguh nekin û bi me re bibin alîkar.”