Rojnameya Ronahî

Li Iraqê wê meha Hezîrana bê hilbijartinên parlamantoyê çêbin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku wê 6ê Hezîrana bê hilbijartinên pêşwext yên parlamantoyê pêk werin.

Nivîsgeha Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê dema hilbijartinên parlamantoyê ragihand û got, “Hilbijartinên pêşwext yên welat wê 6ê Hezîrana bê werin lidarxistin û divê hilbijartin bi ser bikeve.”

Komîseriya Hilbijartinan jî da xuyakirin ku navên namzetên biyometrîkî baş tomar kirine û kartên namzetê ya biyometrîk belav dikin.

Li gorî komseriyê wê çavdêrên xwecihî û navneteweyî çavdêriya hilbijartinên pêşwext yên parlamantoyê bikin.