Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinan

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinan
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de ji bo ku faşîzm bê têkbirin divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe. Elîf Ronahî bal kişand li ser rola jinan jî wiha got, “erk û wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinên Kurd û Tirkiyeyî. Pêwîste jin zanibin ku her dengekî wan guleke demokrasî û azadiyê ye.”

Elîf Ronahî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê û got, “ji bo faşîzm bê têkbirin divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî, hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.
Ronahî destnîşan kir ku ev hilbijartin gelekî girîng in ku dikare bandorê li paşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyê bike. Elîf Ronahî got, “divê hemû dengdêr bi vê bîr û baweriyê dengê xwe bidin. Pêwîste, Kurdên Elewî bi rengekî çalak tevlî hilbijartinê bibe. Elbîstan, Pazarcix, Mereş û gundên wê bi salan deng dan CHP’ê. Rewşa CHP’ê ya niha û nêzîkatiya xwe ya li Kurdan li pêş çavan e. Divê girseya başûrê rojava bi vê zanibe, hesabê vê bike û li ser vê bingehê di hilbijartinê de bi erk û mîsyona xwe ya dîrokî rabe.”
Elîf Ronahî da xuyakirin ku bi rêya zext û zordariyê hewl tê dayin gel bê tepisandin û êrîş û komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin bi bîr xist.
Ronahî wiha dewam kir, “Erdogan dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li Kurdistanê bidomîne. Lewma hewl dide 5 salên tê garantî bike. Girîng e gelê Mereşê, civata Elewiyan hay ji vê hebe û bi vê bîr û baweriyê tevlî hilbijartinê bibe.”
Ronahî destnîşan kir ku nêrîna “çi bê kirin jî wê Erdogan bi ser bikeve” nêrîneke şaş e û got, “Qeder nîne ku Erdogan timî desthilatdar be û li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê bimeşîne. Di destê gel de ye ku Erdogan bê têkbirin û faşîzm ji holê were rakirin. Lewma dengekî bi tenê jî di vê hilbijartinê de gelekî girîng e û bi bandor e. Divê gelê li başûrê rojava bi vê zanibe.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî anî ziman ku erk û wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinên Kurd û Tirkiyeyî û got, “Pêwîste jin zanibin ku her dengekî wan guleke demokrasî û azadiyê ye û bi vî rengî biçin ser sindoqan. Eger HDP di vê hilbijartinê de ji bendê derbas bibe, wê hem li hundir hem jî li derve li dijî zayendîperestiya civakî têbikoşe. Her wiha jin wê bibe jehrkuja ji bo têkbirina faşîzma Erdogan.”
Elîf Ronahî got, ji bo di navbera gelên Mezopotamya û Anatoliyê de bingeheke siyasî, aştiyane û demokratîk bê afirandin, divê jin bi rola pirê rabin û diyar kir, girîng e her jinek bi dehan kesê/î bi rêxistin bike û biçe ser sindoqan. Pêwîste jin dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş, îradeya xwe ya rêxistinbûyî di sindoqan de jî nîşan bidin, eger HDP ji bendê derbas nebe wê zîhniyeta koledariyê li jinê ferz dike, di asta herî dijwar de bidome.Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî got, “eger faşîzma Erdogan neyê têkbirn wê ne tenê gelê Kurd, her wiha li dijî hemû gelên Tirkiyê êrîş zêde bibin û got, “Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, girîng e her kes bi berpirsyariyeke dîrokî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.