Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Fîdan Dogan hat lidarxistin

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Festîvala Fîdan Dogan hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Jinên Kurd a Fîdan Dogan-Rojbîn ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan hate lidarxistin, li parka Creteil Pompadour Val De Marne ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.
Jinên Kurdistanî û Fransayî yên tevlî festîvalê bûn, careke din daxwaza xwe ya ji bo ‘edalet û ronahiyê’ anîn ziman.
Li qada festîvalê ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ve hate organîzekirin, danê sibehê stand hatin danîn. Tevî standên danasînê yên Partiya Komunîst a Fransayê, TJK-F, Rêxistina Jinan a Cîhanê, SKB û FEDA’yê, pêşangeheke wêneyan a ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û jinên siyasî yên sê salên dawî li gelemperiya cîhanê hatin kuştin, hate vekirin.
Festîvalê saet 14’an dest pê kir û gelek parlamenterên Fransayê û rayedarên şaredariya herêmê tevlî bûn.
Di festîvalê de bi navê TJK-F Şengul Karaca peyivî, silav da beşdaran û diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku bi navê Rojbîn-Fîdan Dogan festîvaleke bi vî rengî tê lidarxistin. Karaca da xuyakirin ku ew şopdarên nirx û têkoşîna Rojbîn-Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez in û diyar kir ku heta ku komkujî ronî bibe wê li pey vê dozê bin.
Senatora Val De Marne ya ji Partiya Komunîst a Fransayê Laurence Cohen û Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvie Jan jî li qada festîvalê axivîn û destnîşan kirin ku nedarizandina hêzên li pişt komkujiya Parîsê ne, şerma Fransayê ye. Qisekeran diyar kir, di têkoşîna ronîkirina komkujiyê de ew bi jinên Kurd re ne.
Dostên Kurdan, di têkoşîna dijî rejîma despot a Erdogan de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya hilbijartinê û destnîşan kirin ku di 24’ê Hezîranê de ew gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî re beşek ji pêvajoya hilbijartinê ne.
Koordînasyona KJK’ê jî mesajek şand festîvalê û beşdar silav kir. Di peyamê de hate gotin, “Jinên ku hêza pêşeng a şoreşê ne, girîng e rastiya sîstema li Ewropayê baş têbigihêjin û li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî hê bi xurtî bi mîsyona xwe ya pêşnegiyê rabin.”
Nûnerên FEDA, SKB û Rêxistina Jinan a Cîhanê jî li festîvalê axivîn û işaret bi girîngiya têkoşîna jinan kirin. Nûnerên saziyan di têkoşîna jinê de bal kişandin ser cihê jinên Kurd û gotin, li dijî nîjadperestî, faşîzm, qirkirina jinê û sîstema baviksalariyê jin wê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.”
Koma jinê ya TEV-ÇAND’ê Kevana Zêrîn, Yelda Abbasî, Ozlem Baglayan, Nûarîn, koma Roj Arya ya govendê, koma muzîkê ya Cezayîrî Tighri Uza di festîvalê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Festîval bi qîrîna dirûşma “Jin jiyan azadî” qediya.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.