Dîlan Cûdî diyar kir roj nîne ku jin xwe li Îranê neçarê xwekuştinê nayê kirin û nayê kuştin. Dîlan Cûdî ku diyar kir sîstema Îranê berê jinan dide mirinê wiha got, “Rejîma Îranê berê jinan dide mirinê. Lê, divê jinên Kurd û Îranê xwe bikin yek û ji bo mafê xwe têbikoşin.”
Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Dîlan Cûdî qeyrana civakî û pirsgirêkên ku jin li Kurdistan û Îranê rû bi rûyê wê tên û rêyên wê yên çareseriyê nirxand. Dîlan got ku ger guhertinek li Îranê gengazbe ew jî ancax dikare civaka Îranê û jin çêbikin û wiha axivî, “Dewleta Îranê ji guhertinê gelek ditirse. Lê, civaka Îranê û jin daxwaza guhertinê dikin û ji bo vê jî di nava lêgerînê de ne.”Cûdî got, “Sedema sereke ya kuştin û xwekuştina jinan siyaseta cinsiyetperest a dewletê ye. Dewlet berê jinan dide mirinê. Divê jin xwe nekujin. Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest bi hev û ji bo bidestxistina mafê xwe têbikoşin…ROJNEWS






