Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxistan navê hunera hemdem bû

19/06/2018
in Uncategorized
A A
Daxistan navê hunera hemdem bû
Share on FacebookShare on Twitter

Daxistan li çiyayan bi qasî xebatên pratîkî yên gerîla di nav xebatên çand û hunerê de jî nûjenî û dîsiplînê esas digire. Daxistan li hemberî ferasetên ku dixwestin xebatên çand û hunerê ji rê derxin û dejenere bikin bi sekna xwe ya rêxistinî û bi xebatên xwe yên pratîk bersiv dida.

Şemseddîn Ariturk ji çiyayan ji atmosfera ku çiya bi mirovan re hestên azadî û baweriyê diafirînin hez kiribû lewma dema tev li nav refên azadiyê bû navê xwe kiribû Daxistan.Şemseddîn Ariturk ango Daxistan Koçer ji çiyayan û koçeriyê dihat. Di nav refên gerîla de navê xwe kiribû Daxistan ku Daxistan dihat wateya ‘çiyayî’. Koçerî jî ji cewhera dilsoziya wî ya ji welatparêziye dihat. Dema ji dayik bûbû navê wî kiribûn Şemseddîn Ariturk. Ne ji Şemseddîn û ne jî ji paşnavê Ariturk hez kiribû. Ji gava ku xwe nas kiribû koçerekî esîl bû û temenê xwe li çiyayan derbas kiribû. Beriya tev li nav gerîlayan bibe li meskenên dapîr û babîrên xwe jiyana li çiyayan û di nav koçeriyê de mezin bibû.
Her çiqasî hêzên dagirker ji bo koçeriyê biqedînin çûna çiyayan qedexe kiribin jî wî bi îlhama ku wergirtibû dê paşnavê xwe kiriba Koçer. Wî ji çiyayan ji atmosfera ku çiya bi mirovan re hestên azadî û baweriyê diafirînin hez kiribû. Lewma dema tev li nav refên azadiyê bû navê xwe kiribû Daxistan. Hestên azadiyê yên ku çiya di mirovên kurd de diafirînin bi jiyana xwe fêr bibû. Ji ber vê yekê bi Daxistan re taybetmendiyên çiyayan kedkarî, hêz û çalakvanî bûbû yek. Ji ber vê li çiyayan tişta ku herî zêde bala wî dikişand kedkarî bû. Daxistan ji qadên ku herî zêde kedkarî lê hebû tev li nav refên azadiyê bûbû. Dema tev li nav refên gerîla bû di du tiştan de zehmetî nekişand. Yek ji van, çiya yek jî keda ku mirov dike mirov bû.
DAXISTAN NE XERÎBÊ ÇIYAYAN BÛ
Ne xerîbê çiyayan bû. Bi salan li çiyayan jiyabû. Malbata wî ji bo debara xwe sewalvanî dikir. Ji ber vê rastiyê bi salan li çiyayan koçerî kiribû. Çiya ji bo mirovên kurd her dem cihê xwespartinê û her wiha cihê ku hebûna xwe lê diparastin. Daxistan bi salan li çiyayan, xwe ji pêkutiyên dewleta faşîst a tirk û ji polîtîkayên wê yên leşkerî, siyasî, aborî û çandî kêm be jî parastibû. Ji ber wê beyî ku nirxên kurdîtiyê wenda bike di nav refên azadiyê de jî wê berdevam kiriba û kesayeta xwe li gorî vê ava kiriba.
WEKÎ NAVÊ XWE
DIJIYA
Pêkanînên faşîzane yên dewleta tirk xwe gihandibû sivîlên li çiyayan û ji rehên jiyanê hatibûn qutkirin û her wiha koçerî hatibû bidawîkirin. Beriya wê bi salan li çiyayên Kurdistanê agirêkî evînê hatibû pêxistin. Wî jî dil dabû evîna li çiyayan. Bûbû lêgervanekî wê. Li çiyayan şervanên azadiyê nas kiribû. Ji wê demê û şûn ve êdî ev jî milîtanek bû ku li her qadê bi keda xwe tev li jiyanê dibû. Di pêvajoyeke wiha de dikeve destê dewleta faşîst a tirk Daxistan.
Daxistan çi di pêvajoya lêpirsînê de, çi jî di pêvajoya zindanê de rûyê qirêj ê dewleta faşîst dibîne. Vê rastiyê kîn û hêrsa wî li hemberî dewletê zêde kiribû û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re bi pêş xistibû. Daxistan rastiyekê hîs dike. Ev jî rastiya ku li hemberî dijmin pêwîst e serketî be û rêya vê jî xwe di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah û tevgerê de kûrkirine. Ji ber vê girîngiyê xwe dide perwerdeyê û lêkolînan dike. Her giha pêvajoya zindanê ji bo xwe weke şansekî dibîne ku dikare xwe di perwerde û xeta Ocalan de hîn zêdetir kûr bike.
HUNERA XWE LI
ÇIYAYAN PÊŞ XIST
Dema pêvajoya zindanê qediya êdî ne tenê welatparêzekî ku alîkarî û piştevaniyê dike, bûye milîtanek ku di armanc û hedefa xwe de zelal bûye, bi vê armancê xwe perwerde kiriye û xwedî biryar û îradeyeke bêhempa ye. Êdî baş fêm kiriye ku yekane rêya mirov ji qirêjiyên dewletê wergire di çiya û gerîlayan re derbas dibe. Bi vê armancê berê xwe dide çiyayan. Dema digihîje çiya û gerîlayan xeribiyê nakişîne. Ji gava yekemîn a diavêje nav gerîla heta nefesa xwe ya dawî di her şert û mercî de dibe xwedî sekneke kedkar, durist û bi îstiqrar.
TEV LI XEBATÊN
TEV-ÇAND’Ê DIBE
Daxistan li çiyayan di nav xebatên TEV-ÇAND’ê de cih digire. Bi qasî xebatên pratîkî yên gerîla di nav xebatên çand û hunerê de jî nûjenî û dîsiplînê esas digire. Daxistan li hemberî ferasetên ku dixwestin xebatên çand û hunerê ji rê derxin û dejenere bikin bi sekna xwe ya rêxistinî û bi xebatên xwe yên pratîk bersiv dida. Daxistan di xebatên xwe de her tim bi nûjeniyê dixwest bibe bersiv û ji aliyê din ve jî texrîbatên ku hêzên serwer li ser gelê kurd çêdikir dikir mijar. Daxistan, bi qasî xebatên komî, di xebatên tekekesî de jî dema derdiket ser dikê temaşeker di nav lîstika xwe de diherikand. Dizanibû peyama xwe bi awayekî herî bi bandor bide. Tu carî hevalên xwe yên gerîlla yên di nav xebatên çand û hunerê de kar kiribûn ji bîr nedikir. Li ser dikê bi lîstikên xwe ew zindî dikir. Daxistan, xebatên çanda şoreşgerî yên ji Xelîl, Hêvî, Yekta berdewam dikirin bi sekn, ked û tevlêbûna xwe veguherandibû xetekê û bi jiyana xwe temsîla wê dikir.
XEBATÊN HUNERA ŞOREŞGERÎ MEŞAND
Şemseddîn Ariturk bi nasnav Daxistan Koçer, xebatên şoreşgerî yên çand û huner ên li welat ji bo li derveyî welat jî veguheze gelê kurd di sala 2010’an de derket rêwîtiya Serhedê. Bi qasî zehmetiyên rê bi awayekî aktîf di nav xebatên gerîla de cih girt. Daxistan ji ber bêderfetiyan û hinekî jî ji bêşansiyan ku negihiştin cihê ku divê bigihêjinê dema di rêya vegerê de bûn li gundekî ku diçûnê di encama hevkariya xiyanet û komploya bi hêzên paşverû yên Îranê re di encama kemînekê de bi hevalê li gel xwe Lokman re di 18’ê hezîrana 2011’an de beşdarî karwanên şehîdan dibe. Daxistan Koçer herî zêde jî bi texlîda Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê wê demê Osman Baydemîr di bîra gelê kurd de maye. Bes li çiyayên Kurdistanê tu zinar namîne ku li wê derê bi rêya lîstik, şano û skeçên xwe hunera kurdî bi pêş nexistibe…Jêder/e-rojname

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.