Rojnameya Ronahî

Weşanxaneyên Rojava di pêşangeha Silêmaniyê de rastî eleqeyeke baş hatin

Di pêşangeha 2. ya Silêmaniyê ya navneteweyî de beşa weşanxaneyên Rojava ji aliyê beşdaran ve rastî pêşwaziyeke baş hatin.

Bernameya Pêşangeha 2. ya Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Pirtûkan bi beşdariya 227 weşanxaneyan bi zimanên kurdî, erebî û biyanî dewam dike. Herwiha ji 17 welatên cîhanê weşanxane beşdar bûne û nêzî 3 milyon pirtûk tên pêşandan.

Di pêşangehê de, weşanxane û nivîsgehên Rojava jî beşdar bûn ku yek ji wan Weşanxaneya Şilêr e û yeke din jî nivîsgeha Bendarok e.

Berpirsên weşangeriya Rojava yên beşdarî pêşangehê bûyîn diyar kirin ku tevgera pêşangehê ya îsal bi giştî normal e, ew jî ji ber gelek rewşan, jê jî pandemiya vîrûsa Korona û rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistanê ya îsal.

Ji bo beşa weşangeriya Rojava tevî cudabûna di nava zaravaya kurmancî û soranî û cudahiya navbera tîpên latînî û erebî de, pêşwaziyeke baş heye.

Ebdullah Şêxo xwediyê nivîsgeha Bendarok ku du sal in beşdarî pêşangehê dibe û îsal bi nêzî 700 pirtûkî beşdar bûye, got bi giştî pêşwazîkirina li ser pêşangehê lawaz e.

Şêxo da zanîn ku gelek sedemên kêmbûna pêşwazîkirinê hene, jê jî rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistan û derengmayîna girtina karmendan ya mûçeyên xwe ye.

Şêxo da zanîn ku xwesteka li ser şopandina weşan û çapên Rojava heye û wiha domand: “Piştî şoreşa Rojava, xwesteka şêniyên Silêmaniyê ya şopandina bûyeran li Rojava û berhemên çandiniyê zêde bûye.”

Endama Weşanxaneya Şilêr Ahîn Mihemed ku cara yekê bi nêzî 100 pirtûkên bi zimanê erebî û kurdî beşdarî pêşangehê bû wiha bi lêv kir: “Weşanxaneya Şilêr di 2017’an de ji bo çap, weşana pirtûk û berhemên nivîskarên Rojava di aliyê wêjeyî, zanistî û dîrokê de, hat damezirandin.”

Ahîn Mihemed bîr xist ku gelek welatiyên Rojava yên li Silêmaniyê dimînin bi taybetî xwendekar serdana pêşangehê dikin, bi taybet jî serdana beşa weşangeriya Rojava dikin.