Rojnameya Ronahî

Hikumeta Şamê dorpêça li ser koçberên Efrînê li Şehba girantir kir

Hikumeta Şamê careke din tevayiya derî û riyên diçin kantona Şehba girtin. Bi dorpêçeke teng û rêgirtina li pêşiya derbasbûna madeyên bingehî, siyaseta xwe ya  dijminana didomîne.

Kantona Şehba li gundewarê bakurê Helebê ye. Gelek gundên girêdayî herêma Bab û Ezazê niha girêdayî wê ne. Derdora 10 km ji navenda Helebê dûr e.

Li ser riya di navbera bajarê Heleb û kantona Şehba de, bi dehan bendên kontrolê yên hikumeta Şamê hene.

Bi sedhezaran koçberên Efrînê li gundên kantona Şehba, li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagîrkirî û di nava 5 kampan de (Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê, Kampa Efrîn li navçeya Ehdas, Kampa Serdem li gundê Til Sûsin û kampên Veger û Şehba li navçeya Şêrawayê) dimînin.

Piştî ku dewleta tirkî ya dagîrker bajarê Efrînê dagîr kir û şêniyên wê ber bi kantona Şehba ve koçber bûn, 6 gundên navçeya Şêrawa di nava dorpêçeke teng de man. Her 6 gundên dorpêçkirî ev in: Meyase, Zirnaatê, Birc Qas, Kilûte, Gundê Mezin û Başemra.

Hikumeta Şamê ji dema ku efrînî li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa bi cih bûne, ango ji 18`ê Adara 2018`an ve, siyaseteke bi zanabûn dimeşîne da ku vîna efrîniyan bişkîne. Ji bo wê gelek rêbazan bi kar tîne. Dorpêçeke teng li herêmê dike. Nahêle sotemenî, madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê derbasî herêmê bibin. Ard, sotemenî, pirtûkên xwendinê yên ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatine şandin, desteser kirin.

Hikumeta Şamê Duşemê careke din riyên ber bi Şehba ve girtin û nahêle alîkarî derbasî herêmê bibe.

Tevî rewşa koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ya dijwar, rêxistinên mirovî bi taybetî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî yên din li vê siyaseta hikumeta Şamê û sûcên dewleta tirkî û çeteyên wê temaşe dikin.