Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ked zêde ye, heqdest kêm e

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Ked zêde ye, heqdest kêm e
Share on FacebookShare on Twitter

Cotkarên bajarokê Xurmatûyê tevî ked û westandineke zêde jî heqdesta xwe nagirin û genimê xwe bi feydeyeke kêm difiroşin hikûmetê.
Hikûmeta Iraqê biryar daye ku îsal genimê cotkaran li herêmali bajaroka Xurmatûyê ya ser bi Seleheddînê li Embara genim kom bikin. Hikûmet ji bo her tonek genim 560 hezar dînarê Iraqê diyar kiriye lê, cotkar ji vê yekê nerazîne.
Ji bo genim ji cotkaran were girtin divê 15-20 roj di dorê de bimînin. Ji bo kiriya rê jî heya dora wan tê divê her cara ku tên 50 hezar dînar xerç bikin. Ev jî ji fêdeyê zêdetir zirerê dide cotkaran.
Cotkarê binavê Merîwan Hemîd ku bi xwe xelkê Xurmatûye diyar kir ku ev 15 roje di dorê de ye û got: “Ev zêdetirî 15 roje ez di rêzê de sekinîme. Eger ez bertîl (rişwet) bidim wê di rojekî de genimê min bigirin.”
Cotkarekî din ê binavê Ezîz Hemîd jî diyar kir ku ew kariye ancax piştî 20 rojan genimê xwe bifiroşe hikûmetê û got, “Me ji bo her şevek 50 hezar dînar kirê dida wesayîtên barhilgir. Ji bo tenê ez bertîl nedim evqas roj li bendê mam. Ger min 400 dolarê Emerîkî daba komîsyona embara genim wê di wextek zûde genimê min wergirtiban.”
Herwiha Hemîd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Hikumeta Navendî ji bo her tonek 560 hezar dînarê Iraqê diyar kiriye. Lê li depoya genim 530 hezar dînar didin cotkaran. Hemîd diyar kir ku wan îsal genimê xwe hemû bi zerer firotiye û ti fêdeyek ji wan re çênebûye.
Rêveberê Embara genim ya Xurmatûyê Muhendîs Eqil Ehmed jî îda kir ku ji ber cotkarên Xurmatûyê li gorî plana ku hatiye danîn tevnagerin pirsgirêk rû dide û neçar dimînin ku zêde di dorê de bimînin.
Ehmed têkildarî bertîl girtinê jî diyar kir ku ew ê mijarê di derbarê karmendên embara genim de bidin dest pê kirin…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.