Rojnameya Ronahî

KJK: Li dijî qirkirina jinê em jina azad û civaka azad biparêzin û jiyana azad ava bikin!

Koordînasyona KJK`ê têkildarî Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan deklarasyonek belav kir û got, “Dem hatiye ku em li dijî faşîzmê, dagîrkeriyê û şideta li ser jinan, têkoşîna xwe bikin yek.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî (25’ê Mijdarê) Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan deklarasyonek weşand û got, ”Maneya sereke em didin 25’ê Mijdarê ev e. Bi tundî û qirkirina jinê geşbûna desthilatên faşîst-nijatperest-popûlîst zêde dibe.”

Koordînasyona KJK’ê di deklarasyonê de ev tişt diyar kirin: ”Em di serdemeke şerê pergalê yê navlênebûyî de dijîn. Li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin, nav lê nehatiye kirin. Em di wê serdemê de ne ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê. Her roj bi sedan jin ji hêla mêr ve têne kuştin. Her deqe tacîz û tecawîz li ser jinê dibe. Her kêlî tundî li ser bi hezaran jin dibe. Ti kana vê tundiyê de ya li ser jinê, hişmendiya mêtinger-baviksalar heye ku jinê dike milk. Ev hişmendiya ku xwe bi rengê pergala gerdûnî rêxistinî kiriye, li hemû qadên jiyanê her dem li dijî jinê, tundiya fizîkî, cinsî, derûnî, aborî, dijîtal û bi giştî tundiyeke avanî hildiberîne. Ji ber vê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî hişmendiya baviksalar û zayendiya civakî mirov dikare pêşî li vê tundiyê bigire. Ji 5 hezar salan û vir ve ye tundiyek li ser me heye ku her diçe zêdetir bêhnê li me diçikîne, bi qirika me girtiye. Bes e! Dema wê ye ku em tundiyê ji ra hilqetînin!

Her ku em ber bi 25’ê Mijdara 2020’an ve diçin divê em berxwedana jinan ku maneya xwe dane vê rojê bi bîr bînin. Patrîar, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabal ji beriyan niha bi 60 salî li bo ku dixwazin Komara Donîmîkê ji faşîzmê azad bikin têdikoşiyan, hatin qetilkirin. Ew ji bo ku li dijî dîktatoriya Trûjîllo bûne parçeyek ji berxwedana çalak bi tundiya qebe hatin kuştin. Ji ber vê 25’ê Mijarê, Roja Têkoşîna Dijî Tndiya li Jinê ya Navnetewî ya ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabal divê her wiha weke roja berxwedanê ya dijî faşîzmê were dîtin. Ji ber xwe qetilkirina xwîşkêm Mîrabal, têkiliyê di navbeyna faşîzm-tundî-dijminatiya jinê de bi rengekî mirov nikaribe ji hev qut bike radixe ber çavan.

Em KJK bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li hemû têkoşîna parastina jiyana azad a li çar hêlên cîhanê ya li dijî faşîzm û êrîşên dagirkeriyê dikin ku berxwedana xwe bikin yek. Her wiha bi têkoşîneke rêxistinî ya yekbûyî dikare encamgir be, em dikarin wiha desthilatên faşîst-nêr têk bibin, ku jixwwe ev jî hev digirin, li hev xwedî derdikevin. Ji ber vê li dijî eniya faşîst a dijminê jinê, sirûştê, civakê hemû jin em eniya parastina jiyana azad rêxistinî bikin û berxwedanê geş bikin! Maneya sereke ya ku me daye 25’ê Mijdara îsal ev e. Wekî tundiya li ser jinê, qirkirina jinê hevlayenî geşbûna desthilata faşîst-nîjatperest-populîst zêde dibe, naxwe li dijî faşîzm, dagirkerî û tundiya li ser jinê divê em têkoşîna xwe bikin yek. Tam dema vê ye!

LI DIJÎ QIRKRINA JINAN DEMA JINA AZAD Û PARASTINA CIVAKÊ YE

Sedema sereke ya ku me navê , ”Li dijî qirkirina jian dema jina azad û parastina civakê ye” li pêngava xwe KJK’ê daniye ew e ku e em tundiya li ser jinê weke meseleyeke civakî dibînin. Çawa ku ya ku asta azadiyê ya civakê dihyar dike asta azadiya jinê be, tundiya li ser jinê bi esasî tundiya li ser civakê ye, pê civak tê belavkirin, parçekirin, bingehên nirxên sereke têne pûçkirin .Ji ber vê ji bo ku pêşî li tundiyê were girtin, divê em bikaribin civakê bikin aliyê têkoşîna xwe, têkoşîna dijî tundiyê bikin civakî. Li gel vê em bang li mêran dikin: Nebin hevkar û şîrîkê faşîzmê! Xwe ji jehra hişmenidiya baviksalar pak bikin! Li ser vê mijarê kesê ku divê mînak were dîtin, Abdullah Oalan e ku li ser îdeolojiyanêr û hişmendiya baviksalar kûr bûye, felsefeya ‘kuştina mêr’ û pratîka wê di kesayata xwe de geş kiriye. Ji ‘kuştina mêr (serwer)’ mebest ew e ku mirov di kesaya xwe de desthilatê, serwreiyê, kedaxwariyê, wekneheviyê tine bike. Rêber Apo ji xwe dest pê kir û pirsgirêk û peywir danî ber mêrê şoreşger, hmeû mêrên li nav civakê. Ji ber vê sedemê beriya bi 22 salan ji hêla rêxistina sûc a dewletê ya herî mezin NATO’yê ve hate revandin, hêsîrkirin û ji wê rojê û vir ve şertên giran ên tecrîdê li ser tê danîn, ji ber vê nêzîkatiya bêmînak a li pirsgirêka jinê ev hate kirin. Em KJK bi vê wesîleyê careke dî hêzên komploger şermezar dikin, em bang li jinên cîhnaê dikin ku destekê bidin têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo, bibin parçeyek aktîf a vê têkoşînê.

JI BO AZADÎ Û RÊXISTINKIRINÊ XWEPARASTIN ŞERT E

Yekane rêya têkoşînê ya li dijî şideta mêr a li ser jinê, azadiya jinê û avakirina xweparastinê ye. Di roja me ya îro de ku li her qada jiyanê şidet û êrîş xwe kûr kirî, xweparastina jinê şer e! Divê yek jin bê parastin nemîne! Wateya vê ya din ev e; divê yek jin tenê jî bê rêxistinkirî nemîne! Xwe birêxistinkirin, weke bûna parçeyek hêza bi rêxistinkirî dikare xweparastin pêş bikeve, li dijî her cûre şidetê rabin. Divê em vê baş bizanibin ku azadiya ferdî nîne. Em jin me kengê karî li dijî sîstema mêr a serwer yekîtiya xwe ava bikin, wê demê em ê bikaribin ji êrîşên mêr rizgar bibin. Yanî ji bo azadiyê azadî şert e. Bi rêxistinkirinê dikarin azad bibin! Bi rêxistinkirinê dikarin azad bikin!

Li ser vî bingehî di Roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê em Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê bang li xwişkên xwe yên cîhanê û hevrêyên xwe dikin, di serî de li dijî faşîzim û şideta mêr bi her awayî têkoşînê hevpar bikin, eniya berxwedanê ya jinên cîhanê ava bikin. Em ji bo vê dibêjin Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a cîhanê. Li her derê, di her nefesê de li diî şideta mêr a serwer qadên jiyanê yên azad ava bikin. Xweparastin jinê ya herî mezin, avakirina qadên jiyanê ya azad e. Wê demê em têkoşîna vê rojê ne tenê ji bo tiştekê, heman demê bikin sedemê bilindkirina têkoşînê jî. Li dijî qirkirina jinê em jina azad û civaka azad biparêzin, em jiyana azad ava bikin! Ji Kurdistanê bigire heta Meksîka, ji Filistîn heta Polonya, ji Emerîka hata Hindistanê û pêdetir bi hev re qîr bikin; Jin, Jiyan Azadî.”