Rojnameya Ronahî

Li Tirbespiyê Pêşketina werzişê

Li bakur û rojhilatê Sûriyê pêşketineke pisporî ya werzişê heye.

Li navçeya Tirbespiyê pêşketineke berbiçav ya futbolê ji avakirina yarîgeh, damezirandina dibistanên futbolê û tîmên jinan heye. Bi hevakariya ciwanên li derveyî welat, li navçeyê û bi hevkariya Yekîtiya Werzişê ya Cizîrê, 10 yarîgeh li navçeya Tirbespiyê hatin avakirin.

Li aliyekî din jî li navçeyê 2 dibistanên futbolê hatin avakirin; Dibistana Biratî û Dibistana Cerah ya perwerdekirina zarokan li ser futbolê. Herwiha tîmeke taybet ya jinan li gun

dê Til Şeîra yê girêdayî navçeya Tirbespiyê hat avakirin. Rahênerên pispor çavdêriyê li tîma jinan û dibistanên futbolê dikin.

Ciwanên navçeyê lîstika xwe bi turnuvayên birêxistinkirî dibinin. Hin turnuva bi riya meclisa ciwanan ya navçeyê û hin jî bi awayekî gelêrî tên lidarxistin û bi dehan ji tîmên ji pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryanan beşdar dibin.

Îsal zêdetirî deh turnuva li navçeyê bi hevkariya Desteya Werziş û Ciwanan ya herêma Cizîrê û meclisa ciwanên navçeyê hat lidarxistin.

Endamê rêveber yê Dibistana Biratî ya futbolê ya perwerdekirina zarokan li ser futbolê Hesen Tahir diyar kir ku di çend salên borî de li navçeyê pêşketineke berbiçav di futbolê de çêbû. Tahir got, “Di salên borî de, turnuva bi beşdariya çend tîman dihat liderxistin, lê belê îro pêşketineke mezin li ser asta vekirina turnuvayên werzişê li gund, bajar û navçeyan bi beşdariya bi dehan ji tîman hene. Herwiha her gundek yan jî du gund tîmeke xwe çêkirine û beşdarî turnuvayan dibin.”

Lîstikvanê tîma Heval Yasir Zehredîn Hisên jî got, “Di salên borî de tîm ji çend lîstikvanan pêk dihat û yarîgeh jî kêm bûn. Lê îro bi dehan yarîgeh û bi sedan lîstikvan hene.”

Hisên diyar kir ku xewna wan ya pêşketina lîstoka futbolê bi serkeftî pêk tê.