Li navçeya Til Temir ya kantona Hesekê şevbêrekeke helbestan hat lidarxistin.
Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temir bi havkariya Komîteya Çandê ya kantona Hesekê şevbêrkeke helbestan ji bo piştgiriya çand û helbestvanan li dar xist. Şevbêrk li navçeya Til Temir di binê konekî de hat lidarxistin.
Bi dehan helbestvan, rewşenbîr û şêniyên navçeyê amade bûn.
Endama rêveber ya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî bi xêrhatina beşadaran kir û cangoriyên azadiyê yên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê bîr anîn.
Efaf Heskî got, “Dewletên dijberî herêmê hewl didin bi her rêbazê destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê têk bibin. Em bi çand û berxwedana gelê xwe xeta şehîdan dişopînin, herêmê, çand û şoreşa xwe biparêzin.”
Pişt re helbest li ser rêber Abdullah Ocalan û keda şehîdan hatin xwendin. Hin helbestvanan li ser bedewiya bajarê Serê Kaniyê û ka çawa dagîrkeran xerab kir, helbest xwendin.