Rojnameya Ronahî

‘Em bi çand û hunera xwe serbilind in’

Sara Şêx Hesen-Jin News

Fatma Hesen ya li Taxa Şêx Meqsûd jina yekê ye ku li daholê dide, da zanîn ku bi çand û hunera xwe serbilind in û wiha got: “Dema ez li daholê didim hêz û baweriyeke pir mezin di kesayeta min de çêdibe û ez bi çand û hunera xwe serbilind im.”

Jina ciwan ya bi navê Fatma Hesen ya 18 salî ya ji Taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê, cihê xwe di navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunera Helebê de digire û li daholê dixe. Fatma ya ji biçûkayiya xwe ve ji çand û foklora kurdî hes dike jina yeke ye ku li Taxa Şêx Meqsûd li daholê dixe. Fatma li kêleka daholê li gelek amûrên mûzîkê dixe. Fatmayê têkildarî hunera xwe axivî.

‘Çanda me ya kurdewarî gelek dewlemend e’

Fatmayê di detpêka axaftina xwe de bal kişand ser girêdan û heskirina xwe ya çanda kurdî û wiha axivî: “Ez gelek girêdayî çanda xwe me û pir zêde ji folkolora kurdî hes dikim. Ji ber wê ez cihê xwe di nava kar û xebata çandê de digirim. Armanca min ya esasî jî ew e ku ez xwe di karê çandê de pêş bixim û bibim pispor. Çanda me ya kurdewarî gelek dewlemend e. Divê em xwedî li wê dewlemendiyê derkevin û di her qada jiyanê de bidin jiyandin. Ew çanda dewlemend ya ku dayîk û dapîrên me ji me re hiştine em dixwazin her nûjen bihêlin û nifşek derbasî nifşekî din bikin. Mirov bi çanda xwe heye û hebûn bi çandê re pêkan e. Ji bo wê jî ezê xwedî li çanda xwe derkevim.”

‘Ez bi çand û hunera xwe serbilind im’  

Fatmayê di dewama axaftina xwe de behsa amûrê ku lê dide kir û wiha pê de çû: “Dahol di çanda Kurdan de pir kevnar e û ji bo min jî dahol cihekî wê yê taybet heye. Ev du sal in ez li daholê didim û di her çalakiyê de ez bi dahola xwe tevlî dibim. Di dema borî de tiştên wiha di nava civakê de gelek şerm bûn ku jin çawa cihê xwe di xebatên wiha de bigire. Lê piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê ew hişmendî guherî û jin di her qada jiyan û xebatê de pêşengiyê dike. Dema ez li daholê didim hêz û baweriyeke pir mezin di kesayeta min de çêdibe. Ez ji sînorên ku di civakê de bi ser jinê de dihatin sepandin derbas bûm. Herwiha ez li kêleka daholê li gelek amûrên mûzîkê yên cuda didim. Bi rastî jî dema ez xwe di nava çanda xwe ya kurdawarî de dinînim, pir dilşad dibim û ez bi çand û hunera xwe serbilind im.”

‘Di şer de jî me provayên xwe dikirin’ 

Fatmayê herî dawî  diyar kir ku di şerê Taxa Şêx Meqsûd de jî provayên xwe yên çandê domandine û wiha bi dawî kir: “Em niha di qonaxeke pir hesas û girîng re derbas dibin. Dijmin bi her awayê êrişî me dike û dixwaze çanda me tine bike. Girêdana me bi çanda me ve piroz û mezin e. Di dema şerê taxa Şêx Meqsûd de em ji taxa xwe derneketin û me dîsa provayên xwe dikirin. Dijmin ti caran nikare çanda me qir bike. Ji bo wê divê em hemû bi hev re xwedî li çand û hunera xwe derkevin, biparêzin û belav bikin.”