Rojnameya Ronahî

Berxwedana Efrînê û serkeftina Rojava bû pirtûk

Berxwedana Efrînê û serkeftina Rojava hat nivîsîn û niha pirtûka wê li pirtûkxaneyan e.

Bergê yekê yê pirtûka ‘Rojavayê Kurdistanê’ ji aliyê nivîskar Hendirên Şêx Raxib ve hatiye nivîsîn û amadekirin. Pirtûk ji 414 rûpelan pêk tê. Ev çend roj in li pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatiye belavkirin.

Hendirên Şêx Raxib têkildarî pirtûka xwe ji Rojnews’ê re got; ”Naveroka pirtûkê serkeftina Rojevayê Kurdistanê ya di warê xwerêveberiya di warê tenduristî, perwerde, şaredarî û hwd, de ye. Herwiha bi hûrî qala berxwedana Efrînê tê kirin. Di beşeke din ya pirtûkê de dijminkarî û piştgiriya welatên cîhanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê hatiye bicihkirin. Bi armanca ku nifşên bê ji bîr nekin ka Kurd di dîroka xwe de rastî çiqas neheqiyan hatine û li ber xwe dane.”

Wê di dama pêş de bergê duduyan yê pirtûka were çapkirin.