Rojnameya Ronahî

Ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî, KNK bi seroka Parlamentoya Herêma Kurdistnê re civiya

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs li bajarê Hewlêrê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq re civiya.

Piştî civînê, hevserokê KNK’ê Qeremûs daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku civîna wan gelek girîng bû. Ehmed Qeremûs got, seroka parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê dubare kiriye û helwesta xwe ya li dijî şerê navxweyî ji bo wan ragihandiye.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs di berdewamiyê de wiha got: “Şerê navxweyî nayê qebûlkirin. Rewşa başûrê Kurdistanê li ber çav e. Emê di rojên bê de bi armanca yekdengiya li dijî şerê navxweyî serdana partî û aliyên siyasî bikin.”

Piştî civînê di malpera parlamentoyê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku seroka parlamentoyê di civînê de gotiye; “Niha Herêma Kurdistanê li hemberî rewşeke giran ya aborî û siyasî ye. Ji bo wê li gorî me diyalog, ji bo derbaskirina vê rewşê takane çareserî ye. Em diyalogê dipejirînin û li gorî me divê ji bo şerekî xwekujiyê çênebe û zemînê diyalogê di nava aliyên binakok de bê sazkirin da çareseriyek çêbe.”