Rojnameya Ronahî

Li çolistana Sûriyê kuştiyên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê zêde dibin

Gundewarê başûrê Idlibê careke din hat topbarankirin. Ji aliyekî din ve jî SOHR`ê diyar kir ku di 2 hefteyan de 75 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê, hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê başûrê Idlibê bi moşekan, topbaran kiriye.

SOHR`ê diyar kir ku moşek li herêma Fetîra, Kensefra, Sefohin, Filêfil, Bara û Bênên yên başûrê Idlibê ketine û da xuyakirin ku heta niha ti agahiyên girêdayî wendayiyên canî nehatine bidestxistin.

SOHR`ê herwiha da zanîn ku di 2 hefteyan de nêzî 75 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê di operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de, hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, operasyonên leşkerî vê dawiyê li gundewarê rojhilatê Hemayê û çolistana Reqayê û çolistana El-Sebxayê, pêk hatine.

Hate diyarkirin ku ji destpêka vê mehê ve di êrişan de, 48 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wan, herwiha 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.