Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe
Ji destpêka Îlona borî ve Nivîsgeha Xizmetgûzariyê ya Şaredariya Hecînê dest bi projeya stansoya avê -ku berî 5 salan di dema dagîrkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ji xizmetê derketibû-, kir.
Stasyona El-Sosê avê ji çemê Firatê dikişîne û bi 3 pompeyan belav dike.
Li gorî endezyarê çavdêriya projeyê Mihemed El-Casim stasyon wê dawiya meha Mijdarê dest bi xizmetê bike.