Eniya Nîştimanî ya Germiyanê bi piştgiriya 119 kesayetan daxuyaniyek da û bang li hêzên kurdistanî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Bertekên li dijî şandina çekdarên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve û hewldanên derxistina şer û aloziyê dewam dikin.
Têkildarî mijarê, Eniya Niştimanî ya Germiyanê bi piştgiriya 119 kesayetan daxuyaniyek da û banga aştî û diyalogê li Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir.
Di daxuyaniya bi sernavê ‘Na ji şerê birakujiyê re’ wiha hat gotin: “Roj bi roj metirsiya lêdana du hêzên hevziman û bira ku PDK û PKK ne pirtir dibe. Şerê birakujî planeke dijminê gelê Kurdistanê ye. Dijmin timî xwestiye navbera me xerab bike û destê bira bike xwîna bira. Di dîrokê de li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên Kurdî li herêmên xwe hinek caran destê aştiyê ji bo hikûmetan dirêj kirine û gav avêtine. Ti sedem nînin ku bira guftûgoyê nekin û li ser xalên nakok lihev nekin.
Em Eniya Niştimanî ya Germiyanê li dijî şerê birakujî û rijandina xwîna bira ne. Dibe ku ji aliyan zêdetir me metirsiya şerê navxweyî, malwêranî û berhemê wê dîtibe. Hêvî dikin ku êdî cergê dayîkan neşewite û berê ciwanên niştiman nedin Derya Egeyê û gurên li ser sînor. Di ser her tiştî re me hest bi metirsiya şerê birakujî kir. Daxwaziyê ji we dikin ku li şûna gefan diyalogê bikin ku riya çareseriyê ye. Wê dîrok bi birakujiyê rûpel reş tomar bike. Di dawiyê de jî şer tev bi aştiyê bi dawî dibin.”