Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanê Talal Mihemed diyar kir ku gurkirina aloziyê ya ji hêla PDK`ê ve komployek e. Armanca wê jî lewazkirina PKK`ê ye.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) siyaseta gurkirina aloziyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê didomîne. Li gel wê jî êrişên artêşa tirkî ya dagîrker li dijî Kurdistanê didomin.
Rageşî, bi daxuaniya serokê PDK`ê Mesûd Barzanî 2`yê Mijdarê mezintir bû. Mesûd Barzanî got, “Divê ew (gerîla) herêmên ku bi zora çek dagîr kirine, berdin.”
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanê Talal Mihemed bîr xist ku Partiya Karketên Kurdistanê (PKK) partiyeke kurdistanî û xwedîmîraseke dîrokî ye. Ji bo gelê Kurd bi hezaran şehîd dane. Herwiha destek ji tevayiya parçeyên Kurdistanê re pêşkêş kiriye.
Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Dîrok şahid e ka PKK`ê çawa Şingal ji DAIŞ`ê parast. Herwiha çawa şêniyên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê parastin.”
Mihemed diyar kir ku PKK ji 50 salî ve ji bo doza kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têdikoşe û wiha got: “Hebûna PKK`ê li her beşek ji erdnîgariya Kurdistanê xwezayî û asayî ye.”
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanê gurkirina aloziyê ku PDK bi komkirina çekdarên xwe li herêma Garê dike, plan û komplo ye, armanc jî dorpêçkirina PKK`ê ye da ku lewaz bibe.
Mihemed di dawiyê de wiha got: “Her serkeftinek ku gelê Kurd bi dest dixe, li pişt wê PKK heye. Hemû dizanin ku ev partî ji bo pêkanîna hêviyên gelê Kurd têdikoşe. Lewazkirina wê tê wateya lewazkirina gelê Kurd.”