Serokê Partiya Sûria Paşrojê Îbrahîm Qeftan got, eger Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di destwerdana kar û barê cîranan û piştgiriya komên çete de israr bike, wê parçebûnên mezin li Tirkiyê çêbin.
Îbrahîm Qeftan li ser siyaseta ku dewleta tirkî ya dagîrker axivî.
Qeftan wiha got: “Her kiryar û sûcê ku Erdogan dike, binketina wî ya hundir û danûstandina bi civaka navneteweyî ye, çawa li Libya, Qerebax û Sûriyê dike.”
Qeftan wiha domand: “Rastiya ku dewleta tirkî hewl dide li herêmê bike û berê jî xaka Sûriyê dagîr kiriye û şandina peyamên kûr ji herêmê re ku wê dagîr bike, di rastiyê de hin herêm dagîr kirin yan jî tiştên li Iraq, Libya, Şingal û Qerebaxê pêk tîne, ev rêzebinketina hundirê Tirkiyê ne.”
Qeftan diyar kir ku êdî di nava siyaseta navneteweyî de piştgiriya dewleta Tirkî ya komên tundraw ên çete li gelek welatên Rojhilata Navî ne veşartî ye. Erdogan di rakêşandina hêzên navneteweyî û herêmî de bi bin ket, lêbelê di rakêşandina hêzên terorîst de bi ser ket. Mîna li Libya, Sûriyê, Qerebax û herêmên din yên ku lê şer û nakokî hene.”
Qeftan got, eger siyaseta Erdogan berdewam bike, wê serhildana gel li hundirê Tirkiyê li dijî wî li dar bikeve û parçebûnên mezin çêbin. Em û gelê Tirkiyê, AKP’ê beramber van sûcan berpirsiyar dibînin.”
Serokê Partiya Sûriya Paşrojê Îbrahîm Qeftan wiha axivî: “Erdogan niha di têkiliyên xwe yên bi welatên herêmî û navneteweyî de ber bi sifirê ve diçe. Lewre piştgiriya blok, rêxistinên radîkal û terorîst dike.”