Rêxitinên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ya Cîhanê eşkere kirin û bang li jinên Sûriyê kirin ku ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, jiyana ewle û aştiyane, kar bikin.
Rêxistin û saziyên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin û tê de bernameya çalakiyên xwe yên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ya Cîhanê, eşkere kirin.
Çalakî wê di çarçoveya hemleya “Na ji qirkirin û dagîrkeriyê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” pêk bên.
Bernameya çalakiyan jî wiha hat diyarkirin:
– Di navbera 10’ê Mijdarê û 10’ê Berfanberê de li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê wê semîner werin dayîn.
– 18’ê Mijdarê Meclisa jinan ya PYD’ê wê panêlekê li ser şideta li ser jinan li dar bixe.
– 19`ê Mijdarê Meclisa Jinên Sûriyê bi tevlîbûna jin û mêran li ser şidetê wê nîqaşan bi rê ve bibe.
– 20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zorakan wê li tevayiya bajaran çalekî werin lidarxistin.
– 21’ê Mijdarê Meclisa Jinan wê li ser şideta li ser jinê bi Zoom’ê panelekê li dar bixe.
– 22’ê Mijdarê Komeleya Jinên Ciwan li ser zewicandina zarokan wê çalakiyekê li dar bixe.
– Li kampa Waşokanî li ser mijara mêtîngerî û şideta li ser jinan wê nîqaşek were lidarxistin.
– Li kampa Holê li ser heman mijarê wê semînerek were lidarxistin.
– Fîlmek li ser di atmosfera şer û koçberiyê ku tundiya li zer jinan jî nîşan dide, wê were pêşandan.
– Li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê di pêvajoya pandemiyê de îstatîstîkên tundiya li ser jinan pêşketî wê were belavkirin.
– 23’yê Mijdarê ji aliyê kordînasyona jinan ya Rêveberiya Xweser ve li ser mijara pergala hevserokatiyê û di biryargirtina mijarê siyasî de tevlîbûna jinan panelek wê were lidarxistin.
– 24’ê Mijdarê Kongreya Star di asta navdewletî de tundiya li ser jinan pêş dikeve û rê û rêbazên têkoşînê wê panelekê li dar bixe.
– 25’ê Mijdarê bi durişma “Ji qirkirin û dagîrkeriyê re na! emê jin û jiyanê biparêzin!” wê meşeke girseyî were lidarxistin.
– Ji aliyê Jinên Ciwan ve wê wêneyên jinên ji aliyê dewletê û mêran ve hatîn kuştin werin belavkirin
– Li ser kedxwariya keda jinên kedkar wê civînek werin lidarxistin.
– Ji aliyê MSD’ê ve tundiya siyasî ya li ser jinan û têkoşîna li hemberî wê, wê civînek were lidarxistin.
– Ji aliyê jinên Partiya Sûriya Paşrojê ve li Hesekê, Qamişlo û Şedadê wê semîner werin lidarxistin.
– 27’ê Mijdarê Yekîtiya Jinên Suryen wê li tevayiya dezgeh û saziyên xwe li ser mijara tundiya li ser jinan civîneke berfireh li dar bixe.
– Rêxistina TEV-DEM`ê ya jinan li saziyên pîşeyî semîneran bi rê ve bibe.
– 8`ê Mijdarê: Li Kobanê Çalakiya zarokan.
– 16`ê Mijdarê: Li kampên Waşokanî û Serê Kaniyê sînevizyon.
– 17`ê Mijdarê: Rêxitina Sara li kampa Serê Kaniyê wê çalakiyên zarokan li dar bixe.
– 18`ê Mijdarê: Li Hesekê semîner.
– 25`ê Mijdarê: Rêxistina Sara wê li kampa Serê Kaniyê pêşengeh û şanoyê li dar bixe.
– Çalakiya meşa zilaman li Kobanê ji bo xurtkirina têkoşîna jinan.
– 22-24`ê Mijdarê: TV panel, platform.
– 10`ê Kanûnê: Çalakiya çandina daran ji bo şehîdan.