Artêşa Tirk ya dagirker li herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagirkiriye li ser welatiyan zilm û zordariyê dimeşîne. Welatiyên Babê yên ku ji ber zilma dewleta Tirk ji cihên xwe derketine û li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku welatiyên li Babê ji ber kirinên artêşa Tirk di rewşên zehmet de dijîn.
Şêniyên herêma Babê yên li Şehbayê dimînin, diyar kirin ku welatiyên Babê ji ber kirinên çeteyên artêşa tirk di rewşeke zehmet de dijîn û bang li aliyên têkildar û hêzên demokratîk kirin ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji herêmê derxin.
Şêniyên herêma Babê yên li Şehbayê dimînin derbarê kirinên çeteyên artêşa tirk yên ku li hemberî şêniyên Babê pêk tînin, axivîn.
Welatiya bi navê Neyîma El-Hesen ya ji gundê Qebasîn ê girêdayî Babê wiha got: “Çete welatiyan didin koçberkirin, mal û milkên welatiyan didizin û talan dikin. Malan hildiweşînin. Dewleta tirk demografya herêmê diguherîne, çanda xwe li xelkên herêmê ferz dikin.”
Neyîma El-Hesen, bang li aliyên têkildar kir ku ji bo derxistina artêşa tirk û çeteyên wê ji Babê û herêmên din ên Sûriyê, têbikoşin û got: “Bila dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmên me werin derxistin, da ku em karibin vegerin warê xwe.”
Welatiyê bi navê Mihemed El-Ehmed ê ji gundê Til Betal a Babê beriya 3 salan ji ber êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê koçber bû. El-Ehmed da zanîn ku dewleta tirk a dagirker çete ji hemû aliyên Sûriyê kom kirin û bi aramanca guhertina demografya herêmê ew li Babê kom kirin û wiha got: “Welatiyên Babê ji ber kiryarên çeteyên artêşa tirk di rewşeke zehmet de dijîn. Rojane welatiyên sivîl direvînin, qetil dikin û îşkenceyê lê dikin. Sivîlan berdin jî beranberî wê pereyan dixwazin.”
Welatiyê bi navê Yasir Şêxo yê ji bajarê Babê beriya 6 salan ji bajarê xwe koçber bûye. Yasir da zanîn ku çeteyên bi navê mertala firatê welatiyên sivîl direvînin û qetil dikin û got: “Em jiyana li koçberiyê qebûl dikin û em qebûl nakin di bin zilma wan de bijîn. Em dagirkeriya Tirkiyê jî qebûl nakin.”
Şêxo, bang li hemû aliyên têkildar kir ku ji bo derxistina artêşa tirk û çeteyên wê ji Babê, têbikoşin…ANHA






