Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rê xirabin welatî gazincan dikin

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Rê xirabin welatî gazincan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Ajokar û şêniyên Dêrikê ya herêma Cizîrê ji ber xirabûna rêyan û zêdebûna kortikan gazincan dikin. Ev demek e ku rêyên dirêj nehatine temîrkirin û ev yek bandorê li tevgera tirimpêlan dike.
Bajarê Dêrikê ji ber ku li ser sînorê başûrê Kurdistanê ye û ji ber ku hemû erebeyên bar ên ji Sêmalka tên û tê re derbas dibin, hemû rêyên wê xirab bûn.
Rêya di navbera Dêrik û Qamişloyê de ku herî zêde xirab bûye, ji ber ku zêde ji aliyê şêniyan ve tê bikaranîn pêwîstiya wê bi sererastkirinê heye. Her wiha rê û kolanên nava bajar jî tijî kortik bûne.
Ne tenê rêyên bajar, lê belê piraniya rêyên gundan jî xirab bûne. Her wiha rêya Sêmalka ya di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de zêde xirab bûye.
Welatiyê bi navê Ziyad Îbrahîm diyar kir ku rê zêde xirab bûne û wiha got: “Şaredariyên rejîmê herêmên kurdan paşguh dikirin lê niha şaredariya gel jî bi erka xwe ranabe û pirsgirêka rêyan paşguh kiriye.”
Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber xirabûna rêyan erebeyên wan jî xirab bûne û got: “Temîrkirina erebeyan buha ye û ji ber wê pêwîst e em her demekê erebeyên xwe temîr bikin.”
Îbrahîm di axaftina xwe de bang li şaredariyê kir ku rêyan sererast bike.
Welatiyê bi navê Silêman Yûsif li ser zehmetiyên şêniyên bajarê Dêrikê di çûn û hatinê de axivî û wiha got: “Di demên berê de me nedixwest ku biçin gundan, ji ber ku rê xirab bûbûn. Lê niha rêyên bajar ji yên gundan xirabtir bûne. Heke şaredarî dest bi karê sererastkirinê neke wê hemû rê ji warê xizmetê derkevin.”
Yûsif bang li şaredariyê kir ku pirsgirêka rêyan bi awayekî lezgîn çareser bike.
Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Hisên Adem diyar kir ku hemû rêyên gund û bajarê Dêrikê xirab bûne û got, mafê welatiyan e ku gazincan bikin û banga lezgîn bikin.
Adem wiha dewam kir: “Ji bo bajar me gelek proje danîne. Yek ji wan sererastkirina rêyan e. Me projeyên xwe ji meclisa kantonê re şandine û em li hêviya êrêkirinê ne da ku em dest bi sererastkirinê bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.