Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk li ser başûr ne tenê gerîla ye, li ser hemû Başûrê Kurdistanê gefa dagirkirinê heye. Engîn wiha got, “Di referandûma başûr de jî rastiya dewleta Tirk careke din hat dîtin. Ji bo faşîzmê Kurdê baş Kurdê mirî ye. Ji bo vê divê Kurd hemû li ber xwe bidin û yekîtiya xwe ava bikin.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û got, “Armanca van êrîşan ne tenê gerîla ye, li ser hemû Başûrê Kurdistanê gefa dagirkirinê heye û êrîş li ser tevahiya Başûr e.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî artêşa dagirker a Tirk nirxand.Engîn li ser armanca tevgera dagirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, komkujiyên li Sûr, Cizîrê bi bîr xist û got, “Dixwazin êrîşê bibin ser cografyaya Kurd û demografiyê bilîzin. Êrîşên li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê ya 2017’an jî tê zanîn. Di rojekê de nirxên ku hatine avakirin hatine desteserkirin. Li ber çav ê ku ev kirî her çendî dewleta Iraqê be jî, rêveberê vê yê esasî faşîzma Tirk e.”Engîn bal kişande ser êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, pêvajoya guherînê ya Rojhilata Navîn dest nîşan kir û got, “dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne.” Engîn diyar kir êrîşên dagirker ên li ser Biradostê li ser vê zemînê pêk tên û armanca êrîşê ne tenê gerîla ye, li ser tevahiya Başûr gefa dagirkirinê heye.”
Engîn got, “di serî de gelê Başûr, divê çar parçeyên Kurdistanê ji bo êrîşên dagirker hazir bin, faşîzm ne tenê ji hêla leşkerî ve berê xwe daye Başûr lê her wiha ji hêla siyasî, civakî ve jî berê xwe daye Başûr.”
Engîn bi bîr xist ku gerîlayên HPG-YJA Starê hêza parastinê ya hemû Kurdistanê ne, bal kişande ser berxwedaniya gerîla ya Bakur û Başûr ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger û got, “Berxwedana gerîla hewldana li dijî her cure faşîzmê ye. Gerîla bi vê bîreweriyê şer dike û li ber xwe dide. Mînaka vê ya herî berbiçav qada Biradostê ye. Li Biradostê gerîla her roj çalakiyan dike.”
Engîn wiha dewam kir, “Lê berxwedan divê tenê bi gerîla re sînordar nemîne, divê civak jî li ber xwe bide. Di qada siyasî de bersiva herî baş a li dijî faşîzmê hilbijartina 24’ê Hezîranê ye. Di qada civakî de bersiva herî baş a li dijî êrîşên dagirker serhildan in. Berxwedaniya gerîla di demên pêş de zêdetir wê geş bibe û bidome.”
Engîn her wiha got, “PKK weke van 40 salên dawî niha jî li dijî êrîşên dagirker, mêtinger ên faşîzmê wê bi berxwedaniyeke giştî bersivê bide.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn diyar kir faşîzm bi teknîka herî pêşketî êrîşê tîne ser Kurdistanê, bal kişande ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ser êrîşên faşîzma dewletî ya Tirk a li Başûr û got, “ev bêdengî tê maneya pejirandina êrîşên dagirker.” Engîn diyar kir DYA, Rûsya, welatên Ewropayê li gor berjewendiyên xwe ev êrîş pejirandine û ev jî rewşeke têkildarî şerê cîhanê yê 3’yan e.
Kasim Engîn bal kişande bêdengiya Barzanî û PDK’ê ya li ser êrîşan, diyar kir ku partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê xwedî helwest bin.
Engîn bi bîr xist ku êrîş ne tenê li ser Başûr, li ser hemû Kurdistanê ye û diyar kir ku divê demildest yekîtiya neteweyî ya Kurd were danîn û bi vî rengî ew ê bikaribin pêşî li êrîşên dagirker û mêtinger bigirin.
Engîn got, “divê partiyên siyasî yên Başûr rastiya dijmin baş nas bikin.” Engîn helwesta dewleta Tirk a li hember referandumê jî bi bîr xist û got, “Ti xêra dewleta Tirk ji pêkhateyên Başûr re nîn e. Ji bo faşîzmê Kurdê baş Kurdê mirî ye. Ji bo vê divê Kurd bi giştî li ber xwe bidin. Ji bo vê jî hewceyî bi yekîtiya neteweyî heye.”…ANF






