Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê gelê lîstikên Erdogan pûç bike

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê gelê lîstikên Erdogan pûç bike
Share on FacebookShare on Twitter

Namzeta HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, bang li gel kir ku biçe ser sindoqan. Kûrtûlan bal kişand ser gotinên Erdogan ku gotibû divê HDP di bin bendê de bimîne û got: “Erdogan li ser sûc hat zevtkirin.”
Namzeta HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan ku di hilbijatina giştî ya 2007’an de bi awayekî serbixwe hat hilbijartin, diyar kir ku li Mêrsînê di warê şideta jinê, kedxwarî, betalî û hawirdorê de gelek pirsgirêk hene û eger ew bên hilbijartin ew ê tevî gelê bajêr bajarekî ku mirov bikaribe lê bijî ava bikin.
Kûrtûlan, diyar kir ku li hemberî îtiifaqa AKP-MHP’ê partiya wan îtifaqa gelan e û got: “Xebatên em bi rê ve dibin, nîşan dide ku em partiyeke hêviya gelan e.” Kûrtûlan, diyar kir ku herkes bandoreke neyînî ji kirinên pergala navendî digire û yek ji van bajaran jî Mêrsîn e. Kûrtûlan got: “Ji ber şert û mercên şer yên berê gelek kurd neçar man koçî Mêrsînê bikin. Bajarekî ku gel û baweriyên cuda lê dijîn, lê belê ligel vê jî bajarekî ku polîtîkayên qirêj lê tên kirin. Mînak; di warê tenduristiyê de ev nexweşxaneyên bajaran veguherîne zilmê. Helbet dema em bên hilbijartin em ê tevî gelan hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin.”
Kûrtûlan, bal kişand ser gotinên Erdogan ku di vîdeoyeke li ser medyaya civakî de hatibû parvekirin digot divê HDP di bin bendê de bimîne û got: “A rast ev ne cara ewil e. Erdogan tim bi keya, qeymeqam û waliyan re hevdîtinê çêdike. Ma dê çi karê serokomarekî bi keyayan re hebe? Yanî herî zêde Erdogan Qanûna Bingehîn bin pê dike. Erdogan nelirêtî kiriye û sûc kiriye. Her roj ji bo hin kesan gazî dozgeran dike, lê di esasê xwe de divê êdî ji bo xwe bang li wan bike. Hîn jî ji bo namzetiya Demîrtaş neyê qebûlkirin bang li wan dike. Di axaftina wî ya li ser medyaya civakî belav bû de, bi awayekî eşkere gotiye divê HDP di bin bendê de bimîne. Yanî dibêje nelirêtiyê bikin. Li ser sûc hat zevtkirin. Ji bo vê yekê çi hewce be divê bê kirin.”
Kûrtûlan, bilêv kir ku li pêş AKP’ê astengiya herî mezin HDP ye û got: “Îktîdar pêşeroja xwe di hiştina bin bendê ya HDP’ê de dibîne. Ji bo vê yekê Demîrtaş di girtîgehê de radigire. Ev gotinên wî ji bo me di bin bendavê de bihêle, tên wateya ku dê serî li her cure hîle xurdeyan bide. Em ê jî li hemberî vê bitêkoşin û vê lîstikê pûç bikin. Ji bo vê divê gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.