Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirs ketiye nava dilê dewletê

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Tirs ketiye nava dilê dewletê
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetên HDP’ê û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê li hev rûniştin. Parlamenterê HDP’yî Mîthat Sancar diyar kir ku ji ber hewldanên taybet ên AKP’ê, pirsgirêka bendê hê li ber wan e û ji bo ewlekariya sindoqan hişyarî da.
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û komeleyên herêmî li hev civand. Namzetên parlementeriyê Fîlîz Kerestecîoglû, Velî Saçilik û Nûray Turkmen tevî Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar tevlî kombûnê bûn. Di destpêkê de sînevîzyona ji axaftinên namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş dest pê kir.
Parlamenterê Mêrdînê yê HDP’yî Mîthat Sancar bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî silav da beşdaran û ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê got, “Ev yek meşa 7’ê Hezîranê ye.” Sancar got, “Yên ku ditirsin ne tenê Erdogan û AKP ne. Tirsa HDP’ê ketiye dilê hemû kadroyên dewletê. Lewma encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nas nekirin û dest bi rijandina xwînê kirin ku ev yek taybetmendiya wan a bingehîn e. Bi her awayî dest bi derewan kirin. Ji bo vîna gelan talan bikin, dest bi derew, talan û rijandina xwînê kirin.”
Sancar got, “Bi rijandina xwînê, bi derew û destesekirinê desthilatdarî bi rê ve naçe” û wiha dewam kir: “Tevî ku her tişt dagir kirine, dikin nakin nikarin bi rê ve bibin. Desthilatdariya li ser xwînê û derewan ava kirine, lewma nikarin bi rê ve bibin. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê û vir ve ji bo HDP’ê bi temamî tine bikin, serî li her rê û rêbazê dan. Hevrêyên me dîl girtin, wekîltiya wan betal kirin. Tevî zext û zordariyê jî HDP li ser piyan e. Ji ber vê yekê bi hêrs dibin. Em ne tenê li ser piyan e. Em gav bi gav mezin dibin.”Sancar li ser ewlekariya hilbijartinê jî got, “Dengdêrên me yên biçin ser sindoqan wî baş nas dikin. Desthilatdarî li pêşiya dengdana hilbijêrên me dibe asteng. Hewl dide bike ku dengdêrên me nikaribin biçin ser sindoqan. Dek û dolab ji van kêm nabin. Hebûna vê desthilatdariyê derewîn e. Ji bo HDP li bendê bialiqe çi ji destê wan tê dikin. Lewma divê her kes xwedî li sindoqan derkeve û bi berpirsyariya ewlekariya sindoqan rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.