Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê jin tevli karên civakî bibin

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê jin tevli karên civakî bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Jin heta niha di tevahiya civakan de ji ber zîhniyeta zilam a dagirker gelek zor û zehmetiyan dijîn. Li gel mêr û civakê wekhevî di navbera jin û mêr de tune bû lê belê piştî şoreşa Rojava jin xwe ji berê zêdetir birêxistin kir û di civakê de bûn xwedî rolekî girîng.
Li kantona Şehbayê kevneşopiyên ku jin di malê de bimîne, tenê xizmeta hevjînê xwe bike û zarokan xwedî bike, serwer e. Li hemberî van kevneşopiyan û çarenûsa ji bo jin hatiye diyarkirin, piştî şoreşa Rojava têkoşîn dest pê kir.
Herêma Şehba berî ku were rizgarkirin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin û ji berê zêdetir jiyan li jinan teng kiribûn. Bi rizgarkirinê re jin xwe li herêma Şehbayê birêxistin kir. Navend û saziyên jin hatin vekirin, dewreyên perwerde hatin birêxistinkirin, niha jî li Şehba jin tev li hemû xebatan dibin.
Yek ji van jinan ku tev li xebatan bûye Recai Himêdî ye. Himêdî berî 6 mehan tev li hilbijartinên meclisa navçeya Kefer Naya dibe û dibe cîgira hevserokên meclisê.
Derbarê mijarê de Himêdî diyar kir ku li navçeya Kefer Naya cara yekemîn ew tev li hilbijartinan bûye û anî ziman ku jin û gelê navçeyê hêz dane wê. Himêdî anî ziman ku piştî ku ew rêxistin jinan nas kiriye cesareta wê zêde bûye û destnîşan kir ku jinên ereb bi rêya rêxistina jinên kurd li herêma Şehbayê pêşketine. Her wiha Himêdî ji jinê herêma Şehbayê daxwaz kir ku tev li karên rêxistinbûnê bibin û civaka xwe pêşbixin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.