Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parastina çand, ziman û dîrokê

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Parastina çand, ziman û dîrokê
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead diyar kir ku êrîşeke sîstematîk li ser çand û zimanê kurdî heye û got, “gelê kurd li hember polîtîkayên bişavtinê divê li ziman, çand û dîroka xwe xwedî derkeve.”

Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead bal kişand ser çand, huner, ziman û dîroka Gelê Kurd û êrîşên li ser nirxên pîroz û got: “Divê ji bo nasname û têkoşînek mayinde em xwedî li nirxên xwe yên giranbiha derkevin. Lewra parastina çand û dîrokê parastina hafizaya civakî ye.”
Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên tund li ser çand, huner, ziman û dîroka Gelê Kurd hene û anî ziman ku divê gelê Kurd bibin yek û rê nedin pişavtina ku tê xwestin li ser Gelê Kurd bê kirin.
Rena Esead da zanîn ku yên mirovan ji pişavtinê xelas dike nirxên wan ên pîroz in û ev nirx jî çand, huner, ziman û dîrok in û got: “Li Efrînê dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî cihên dîrokî kirin ku pişavtina li ser Gelê Kurd pêk were. Ev ne tenê li Efrînê li çar aliyê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tê kirin ku Gelê Kurd ji çanda xwe ya kevnar û ji nasnameya xwe dûr bikeve. Ji bo vê yekê jî komên çete yên wekî DAÎŞ’ê bi kar tînin. DAÎŞ a ku li Kobanê êrîşî nirxên gelê Kurd kir niha di bin qilifê Artêşa Azad de dîsa êrîşî nirxên pîroz ên gelê Kurd dike. Divê em destûrê nedin vê yekê ku em ji nasnameya xwe dûr nekevin.”
Renayê da zanîn ku êrîşên li ser nirxên gelê Kurd li pêş çavên cîhanê tê kirin û got: “Divê em dîroka xwe û neyarên xwe nas bikin ku em bizanibin em ê çawa tev bigerin. Heger em nizanibin neyar dê bi çi şêwazê êrîşî me bike wê demê em ê nikaribin xwe biparêzin. Lê rêya parastinê jê yek ew e ku em xwedî li ziman, çand, huner û dîroka xwe derkevin. Divê em li nirxên xwe yên pîroz xwedî derkevin û li dijî hemû lîstikan em hişyar bin.”
Renayê bi lêv kir ku ji bo çand, ziman, huner û dîroka wan winda nebin ew dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Rojavayê Kurdistanê ji warê dîrokê de gelek dewlemend e. Tenê li Herêma Cizîrê dora 1043 cihên dîrokî hene. Em meclîsên komînan ava dikin ku ji bo gel di warê nirxên xwe yên pîroz de bibin xwedî agahî. Ji bo gelê me ji ziman, çand, huner û dîroka xwe haydar be niha em hewl didin ku semîner, civîn û perwerdeyan çê bikin. Her wiha komîteyek me ya şopandinê jî heye ku li her bajarî parastina çand, ziman, huner û dîroka xwe bikin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li ziman, çand, huner û dîroka xwe derkevin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.